ÇÎROKAmêkewa di qefesê de

ÇÎROKA

 

MÊKEWA DI QESEFÊ DE

 

 

 

Serpêhatiya Pismam û Dotmamê

 

 

Lêgerîna mirov ji roja xwe nas kiriye destpê dike û heta roja me tê û wê her bidome. Mirov her dem li tiþta xweþtir û pêþketîtir geriyaye. Di vê çîrokê de mirovek li ser xaka welatê xwe, li warek aram û li mirovek bê kul û keser digere ku li kêlekê rûnê û ji kul û keserên cîhanê dûr jiyan bike…

 

Ev çîrokek serpêhatî ya klasîkî ji wêjeya kurdî ya devikî ye. Weke kevnahiyeke dîrokî li ser zimanê dayikên kurd, bi sedê salan jiyaye û li hemberî hemû êrîþ û polîtîkayên hilandinê yên li ser mirov û zimanê kurdî, xwe gihandiye roja me. Niha bi guhertineke pir kêm, em bi nivîsandina vê çîroka serpêhatî ya klasîkî ya wêjeya kurdî, spasiyên xwe yên bê dawî ji dayikên kurd re rêdikin ku ev berhemên hêja gihandin guhê me û nehiþtin bizotên zimanê kurdî bibin xwelî.

 


 

 

 

 

 

-I-

 

Lêgerîna Mirovek Bê Kul Û Keser

 

 

Li welatê Horî yên Buhiþta Cîhanê ku bi mêrg û çîmenên xwe, bi kanî û robarên xwe, bi çiya û newalên xwe, bi deþt û beriyên xwe, bi dar û berên xwe, bi teyr û tilûrên xwe nav û deng daye tevahiya xakên mirov li ser dijîn, mirovekî xemgîn hebû. Di cîhanê de çi bûyer biqewimiya vî mirovî xema wê dixwar û ji xwe re dikir kul û keser. Ger ba liviyaba û pelçîmekê xwe ji darê berdaba xwarê û xaka bi xunav himbêz kiriba, li ber rûdiniþt û dilê xwe bi pelçîmê diþewitand, pê re diaxift û li ser serpêhatiya wê dihizirî.

 

Bêhnekê wiha bi pelçîmê re rû bi rû dima û awirên wî di bedena pelçîmê de þîlo dibûn û ji cîhana xwe derbasî cîhana pelçîma ji darê ketiye dibû. Wê demê pelçîm bi bayê dihat re hêdî bi hêdî diliviya û dest bi vegotina serpêhatiya xwe dikir, digot:

 

- Erê, erê, mirovê delal!… Dema ez li ser darê bûm, çiqasî hiþîn û req bûm, têr av û zindî bûm. Min li ser mirovan dikir sî û dihatin li bin siya min vedihisiyan, evîn û tinaza xwe diborandin. Ez ji teyr û tilûran re dibûm himî ku xwe ji nêçîrvan û goþtxuran diparastin. Min ji tîrojên rojê germahî vedixwar û dida qurmê darê ku berheman biafirîne û zindî tev bixwin û pê bijîn…

 

Lê niha ez ketim ser xaka him dayik û him gora zindiyan. Niha ezê li vê derê hêdî hêdî biçilmisim, wê ew mirovên bi siya min þa dibûn, werin pêlî laþê min bikin û di bin lingên wan de binalim û wê qet vê nalîna min nebihîsin! Wê teyr û tilûrên xwe bi min dihimandin, werin nikilan li min bidin û zêça xwe li ser min bihêlin. Kêzik û kurmik êdî wê laþê min qet qet bikin û bikiþînin kuna xwe. Wê rengê min ji keskahiyê ber bi qehweyiyê ve biçe, wê rehên min yên req, tayên xwe sist bikin û ji hev dûr bikevin. Dema rengê min reþ bû êdî ezê hesabê xwe yê koçî bin axê bikim; ezê bibim zibil û bikevim nava bi hezaran tiþtên bi axê re dijîn. Ezê jî bibim yek ji wana yê bê nav û deng.

 

Lê belê divê tu dilê xwe bi rewþa min neþewitînî û nebêjî, ‘Ew jî ket, wê bimre û biçe!’ Di vê xwezayê de, tiþtek heta dawî ji nava me venaqete; her bi me re jiyan dike. Tê guhertin, tê veþartin; lê dîsa jî ew bi me re ye. Ezê jî her bi we re bim! Hûnê min nebînin, hûnê nizanibin ez li ku derê, bi çi awahî dijîm; lê bawerke ezê di vê xwezaya hevpar de, heta dawî bijîm!

 

Dibe ku rojekê bayek ji zozanan dakeve, qetek goþtê ji laþe min maye, bide ber xwe û bi bêhna nêrgiz û beybûnan bi hev re bistire û dema tu yan kesek din vê bêhnê bikiþînin kûrahiya kezeba xwe, ez derbasî hinava xwîna we bibim û di wir de bibim hest û ramaneke ku cîhanê ji nû ve diafirîne yan hildiweþîne!

 

Dibe ku qetek ji rehên min bibe xwelî û bi ava ji aliyê rehê vê dara beruyê ve tê mêtin, derbasî qurmê wê bibe û heta kat, pel û fêkiyên wê bimeþe. Wê rojek were, ew fêkî bistewin û ji qalikên xwe weke ketina min, bikevin ser xakê. Di wê demê de wê keriyeke bizin an pezkovî li bin darê peyde bibin û dest bi xwarina beruyan bikin. Ew qeta ji rehên min a tev li malikên beruyan bûye, wê derbasî nava goþt û xwîna pez û bizinan bibe…

 

Wê roj û sal derbas bibin, lê her ezê di bedena pez û bizinê de bijîm, heta ku nêçîrvanek laþê wê bide erdê û goþtê wê daxîne bazarê! Gelo wê kî bikire? Yezdan dizane û wê demê tenê ezê bizanibim. Ji wê derê ezê derbasî xwîna mirovekî/ê bibim û bi awayeke din jiyana xwe bidomînim.

 

Rojek wê were, ew mirovê/a qetek ji laþê min di laþê wî/wê de jiyan dike jî wê dilê wî/wê raweste, bedena wî/wê sar bibe û bikeve bin xaka afirandêr û goristan! Wê goþtê laþ sist bibe, ji hev vejene û rûnê wê dilop bi dilop bihile. Miþk û mar, kêzik û kurmikên bin axê, wê werin ser kelax û her yek para xwe jê vekin, daqurtînin zikê xwe. Piç û piç wê goþtê mirov derbasî hinava bi hezaran miþk û mar, kêzik û kurmikan bibe û her wiha, ew qeta ji rehên min jî pê re, derbasî nava xwîna wana bibe…

 

Bi kinahî ez ji darê ketim û tu li ber serê min rûniþtî ku dilê xwe bi rewþa min biþewitînî! Lê zanibe ku qedera min di nava qedera te de hûnandiye. Dema tu dilê xwe bi min diþewitînî, di rastiyê de tu dilê xwe bi xwe û bi dîroka xwe diþewitînî…

 

Zanibe ku serpêhatiyeke min a wiha hevbeþ heye û qasî tu xema min dixwî, ez jî bi te re xemgînî dibim; qasî tu bi min re bi kul û keserî dibî, ez jî bi te re dil bi kul û keserî dibim. Ji ber ku di vê xwezayê de mirin nîne û jiyan her berdewam e. Dema mirov li ser xwe be, bê kul û keser e û xema tiþtekî naxwe. Lê dema weke min berba bû û ji dara xwe veqetiya, êdî tiþtek namîne ku bi serî de nayê. Tu dixwazî ez ji te re serpêhatiya we mirovan jî kurtebir vebêjim:

 

Dema mirov dikeve bin axê û goþt dirize, miþk û mar, kêzik û kurmik li ser laþê te kom dibin û qeto qeto malikên goþtê te ji hev vediqetînin! Gelo tu dizanî wê demê canê te çiqasî tê givaþtin û bi janeke çiqasî dijwar diqêrî? Ger rojekê mirov di ber goristanê re derbas bibin, ev qêr wê tije guhê wana bibin û bi tirs ji wê derê xwe dûr bixin; qet wê nebêjin; ‘Ev deng dixwaze çi vebêje?’ û nexwazin rawestin ku li jana ji bin erdê hil dibe guhdarî bikin!

 

Wiha bi axaftina bi pelçîmê re mirovê bi kul û keser zêdetir xemgînî dibû û kul û keserên wî wek pêlên behra Wan û Urmiyê hil dibûn û difûriyan! Pelçîmê kesereke kûr vedida û axaftina xwe wiha didomand:

 

- Erê mirovê bê mirin û bê sûd; ger te jî weke min zanîba rojên çawa li pêþiya te ne, niha te yê qêr bidana û bikra gazî û hawar! Lê kî dizane, belkî tu jî diqêrî, lê ez ji zimanê te tênagihêjim. Çawa ku mirov li hemberî qêrîna me kerr in, em jî dibe ku dengê we nabihîsin. Lê dema tu bikevî nava daristanê û xwiþiniya navbera me pelçîm û katan tije guhên te bibin, zanibe ew gengeþe û lorîka jan û coþa me ye! Em jana xwe vedijenin û coþa xwe dilorîn û herduyan pêk re berba dikin ku rojekê bigihê guhê zindiyan û êdî me nebirin, nesojin û nexwin! Lê xwezî tu têgihiþtibayî zimanê min û fêrî serpêhatiya min bibayî ku min dîroka me ya hevbeþ ji te re ta bi derziyê vekiribaya!

 

Gelo tu dizanî, mirovê bê mirin û bê sûd; ku berya sed salan û hezar salan ew bapîr û dapîrên te, yên bi destên neyaran warên wan hatin sotin û terþ û talanên wan hatin rakirin, zar û zêçên wan di þikeft û geliyan de hatin qirkirin û di bin xaka pîroz de, di gorên nediyar de bi cih bûn, niha di malikên goþtê laþê min de dijîn û bi awirên hêvîdar gazî te dikin ku tu têbigihêjî êþ û jana dilê wan a di hinava min de veþartî! Ger tu têgihiþtibayî zimanê min, minê veþareyên

 

weşandin: YekŞem, 22. Adar 2009 (5633 xweindin)
hemû mafên wê parastîne © Zimanê-Kurdî

rûpela dikare were nivîsandin  gotarê ji hevalek xwe re rêke

[ _CONT_GOBACK ]