Bajarên Kurdistanê-Agirî

Yê rêkirî zimanekurdi Dîrok: 08.10.2009, 00:10
deqdan: blue.gifblue.gifbluehalf.gif  (5 jê 10)
girêdanka peywendîdar: Bajarên Kurdistanê-Agirî
hatin şopnadin: 2349
ziman:


agri.jpg

Ev gotar di der barê bajarê Agirîyê de ye. Ji bo wateyên din binihêre: Agirî (cudakirin)Agirî (Aðrý) Welat Kurdistan (Bakur) Dûgel Tirkiye Parêzgeh Agirî (parêzgeh) Serbajar Qerekose Rûerd 11.066 km² Gelhe 530.879 (2007) Berbelavî 48 kes/km² Nexþeya parêzgehê Nexþeya navçeyan Malpera bajêr Agirî (bi tirkî, Aðrý) navê parêzgeh û navçeyeke bakurê Kurdistanê ye.

Navenda navçeyê Qerekose yeTabloya Naverokê [veþêre] 1 Ciyê coxrafî û hudûdên Bajêr 2 Taybetiyên erda bajêr 3 Îklîm (Av û hewa) 4 Nifus (1997) û navçeyên bajar 5 Deþt û Zozan 6 Dîn (ol) û civak 7 Çiya 8 Çem û gol 9 Ciyên turîstîk û germavên herêmê 10 Serwetên bin erdê 11 Babetên heywanan 12 Xwarênên herêmê 13 Kincên herêmê 14 Nav û kronolojiya bajêr  Ciyê coxrafî û hudûdên Bajêr Bajar di nav paralelên 39° - 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye.

 Bajar li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bîtlîs û Wan û li rojhilat jî bi hudûdê bajarê Mako ve tê girêdan.Taybetiyên erda bajêr Pîvana erdê bajar 11066 km2 ye. Þiklê erda bajêr % 46 wê ji çayir û merayan,% 3 ji golan, % 25 desht û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên shekir û keten tên çandin. 

 Îklîm (Av û hewa) Li heremê klîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê þeþ mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.  Nifus (1997) û navçeyên bajar Navend 106695 Giyadîn (Diyadîn); Nifûs 37410 , pîvana erdê 1274 km² ye.

Li rojhilatê bajar e. Bazîd (Dogubeyazid) ; Nifûs 91994, pîvana erdê 2383 km² ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agirî yê ye. Tirba Ahmedê Xanî li vir e. Zêdkan (Eleþkirt) ; Nifûs 39061, pîvana erdê 1559 km² ye. 34 km li rojava yê bajar e.

 Xamûr (Hamur); Nifûs 20738, pîvana erdê 898 km² ye. 15 km li bashûrê bajar e. Patnos; Nifûs 119958, pivana erdê 1421 km² ye. 82 km li bashûrê bajar e.

Avkevir (Taþliçay) Nifûs 19606, pîvana erdê 798 km ² ye. Navçe 32 km dûr ji agirî li ser rêya Erzirom - îranê ye Dûtax (Tutak) Nifûs 30594, pîvana erdê 1562 km² ye. 43 km ji Agirî dûr e. Tevayî ya nifûsa herêmê (tevli gundan) 466059 e.

Pir nifusekî giran ji bajarên din koc kirin hatin.(neziki 500.000 mirov bajaren din jiyan dikin)eþt û Zozan Deþta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341m2), deþtek din jî "Deþta Patnos û Giyadînê" ye.

Bilindbûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan "kanî" yên ku ava wan cemîdî û çayirên þîn jî hene.Ji zozanên Agirîyê yên herî bi nav û deng jî zozana Sînegêye. Devîdevî sêsed û çarsed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweþ e.

 Li vê zozanê herî zef pez tên xweyîkirin, lêbelê ligel wê dewarjî tên xwedîkirin. Gola sînegê jî gelekîmezin e û gel jê giha diçine.  Dîn (ol) û civak Nifûsa bajar tevayî musluman in, hejmara xiristiyanan pir kêm in. Piraniya nifûsê ji kurdan pêk tê, azerî jî wek ciwaka duyemîn li herêmê hene. Çiya Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243m), Çiyayê Kose (3430m), Tendûrek (3542m), Agiriya biçûk (3925m), Agiriya Mezin (5137m).çiyayê zore(3573m) Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.

Çem û gol Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Þêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene. Balixgol û Saz. Ciyên turîstîk û germavên herêmê Ji welatên cuda cuda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayê Agirî.

Qesra Îsaq Paþa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê ziyaret kirin. Tirba Ahmedê Xanî jî li navça Bazîdê ye û ji alî kurdan ve tê ziyaret kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne. Serwetên bin erdê Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kevirê ponz, li Tûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve.Babetên heywanan Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanan mijûl dibin.

Ji bilî heywanên kedî li heremê li çayir û golan ordekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin. Xwarênên herêmê Xwarêna herî meþhûr "qavûrma ser sêlê" ye. Kifta "Abdigor" û "girar" e ji yek ji xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin. 

Kincên herêmê Zilam kefî (pûþî) didin serê xwe. îþlig û êleg (oyma) li xwe dikin, di binî de jî þalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser þalwar kefiyek li piþta xwe girê didin.

Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, "yemenî" û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin "entarî" li xwe dikin. Carna jî çarþefa reþ li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.

 Nav û kronolojiya bajêr Bajar navê xwe ji Çiyayê Agirîdigre. Navê bajar yê herî kevn bi farisî "Kuhî Nûr" yanî çiyayê Nûr bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî " Masîs", bi zimanê erebî jî jê re "Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs (Agirî ya biçûk) dihat gotin.

Navê bajêr bi kurdî Agirî ye (ji ber ku çiyayê Agirî berê volkanek bû Kurdan jê re Agirî digotin). Nav ji alî tirkan ve wek "Aðrý" hatiye guhertin. Berî Îsa (Zayîn) 1340- 1200 Dema hûriyan 1200- 600 Medeniyeta Ûrartûyan 331 Dema Mekodoniyan Pishtî Îsa(Zayîn) 339 Dema Bîzansiyan 750 Dema Ebasiyan 1102 Dema Selçûkiyan 1514 Dema Osmaniyan



  

berdewamê bişîne | vegere lêkolînan ]