Kîme ez? Helbest - Cegerxwîn

Yê rêkirî zimanekurdi Dîrok: 25.08.2009, 06:08
deqdan: blue.gifblue.gifbluehalf.gif  (5 jê 10)
girêdanka peywendîdar: Kîme ez ? Helbest Cegerxwîn
hatin şopnadin: 2997
ziman:


Cegerxwin.jpgKîme ez ? Helbest - Cegerxwîn

 

Kîme ez ?

 

Kurdê Kurdistan

Tev þoreþ û volqan

Tev dînamêt im

Agir û pet im

Sor im wek etûn

Agir giha qepsûn

Gava biteqim

Dinya dihejî

Ev pêt û agir

Dijmin dikujî

 

Kîme ez?

 

Ez im rojhilat

Tev birc û ketat

Tev bajar û gund

Tev zmar û lat

Ji destê dijmin:

Dijminê xwînxwar

Xurt û koledar

Ji rom, ji fireng

Di rojên pir teng

Bi kuþtin û ceng

Parast, parast

Parast min ev rojhilat

 

Kîme ez?

 

Rojhilatê nêzik

Rojhilatê navî

Ev bajar û gund

Ev bej û avî

Ket bin destê min

Pî da ser dijmin

Min bi ceng û þer

Zanîn û hiner

Piþta wî þikand

Serî lê gerand

Ez bûm padîþah

Xurt û serbilînd

Ketm destê min ta sînorê

Hind Kîme ez?

 

Kîme ez?

 

Kurdê serf iraz

Dijminê dijmin

Dostê haþtîxwaz

Ez xweþ mirov im

Ne hirç û hov im

Lê çibkim bê þer

Dijmm naçî der

Bav û kalê mm

Dijîn tev serbest

Naxwazim. bijîm

Te ebed bindest

 

Kîme ez?

 

Divê ez derxim

Dijminê xwînxar

Þahê efyûnkêþ

Jontirkê dijwar

Serbest bijîm ez

Wek hevçaxê xwe

Dilxweþ bîxum ez

Rez û baxê xwe

اekan hilgirim derkevim meydan

Rêçek nû çêkim ji boyî însan

 

Kîme ez?

 

Ez im ê þikand leþkerê Rêþar

Min bi xwîna xwe parastî ev war

Di sînga dijmin ez bûme kelem

Xwe dan ber siya min Turk û Ecem

Li ser serê min

Sinbil û kulah

Serê hespê min

Digirt Padîþah

Ez im ew gernas

Ew Selahidîn

Bipirs ji dimyat

Bipirs ji Hetîn

 

Kîme ez?

 

Ez im Erdeþîr

Ew Noþîrewan

Kesrayê mezin

Bi tac û eywan

Dostê kevnare

Ko bûne dijmin

Ser ditewandin

Ber agirê min

Ez im ew qelaþ xurt û pehlewan

Xerac min distan ji Hind û Yewnan

 

Kîme ez?

 

Ez im gernas ez im ev mêrxas

Belê ez im Kurd

Yro ez mame

Bindest û zigurd

Ew tac û eywan

Tev çûn û rizîn

Dijmin nav û deng

Tev ji min dizîn

Xistin laþê min mîkrobên teres

Ta bûm perîþan bê nav û nekes

 

Kîme ez?

 

Ez im ew kurdê serhiþk û hesin

Yro jî dijmin ji min ditirsin

Bîna barûdê

Kete pozê min

Dixwazim hawîr

Biteqim ji bin

Dîsa wek mêra

Bikevin çîya

Naxwazim bimrim

Dixwazim bigrim

Kurdistana xwe

Axa mîdîya

 

Kîme ez?

 

Kawey hesinker bav û kalê min

Perçiqand serê Zehakê dijmin

Ji gerdana kurd

Wî þikand zencîr

Serê me parast

Ji birîn û þûr

Roja hat kuþtin xwînmijê dilsoz

Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz

Zivistan diçî

Ew rojên ne xweþ

Parêz dibî kurd

Ji dêwê zergeþ

Wesan dibêjî Zerdeþtê rêzan

Ehreman diþkê Hirmiz tê meydan

 

Kîme ez?

 

Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz

Divê bistênim

Wilo nemênim

Bigrim tol û doz

Fermandar bim ez

Li ser Kurdistan

Bo min bimênin

Ev bax û bustan

Ev þax û ev deþt

Rez û þînahî

Bigrim destê xwe

Dil xoþ û þahî

Zana û xwenda

Dezgevanên xurt

Vî warî bigrin

Bikin ronahî

 

Kîme ez? .

 

Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar

Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar

Ez im ew Lolo

Kardok - û Kudî

Ez im Mad û Goþ

Horî û Gudî

Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor

Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor

اend hezar sal in

Kurdistana min

Perçe perçe ma

Bindestê dijmin

 

Kîme ez?

 

Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc

Ji dest xwe berdan ew text û ew tac

Bûne Olperest

Bi tizbî û xiþt

Ta dijmin þikand

Li me ser û piþt

Me dan bin lingan dewlet û hebûn

Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn

Ta ko Kurdistan

Ta ko Kurdistan

Jar û perîþan

Kete bin destan

 

Kîme ez?

 

Ez im ev milet ez im ejdeha

Ji xewa dîlî þîyar bûm niha

Dixwazim wek mêr

Dixwazim wek þêr

Serê xve hildim

اi ser bilind im

Bi cîhan carek

Ez bidim zanîn

Rêçika Markîs

Rêçika Lenîn

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem

Kurê Salar û Þêrgoh û Deysem

Bejin bilind im

Wek Dêw bilind im

Ez dest dirêj im

Serbest dibêjim

Dixwazým bi lez

Gavan bavêjim

 

Kîme ez?

 

Ne xwînxwar im ez haþtî xwaz im ez

Serdarê me ye gernas û nebez

Em þer naxvvazin

Divên wekhevî

Em paþve naçin

Dijmin direvî

Ji bo mirovan em tev dost û yar

Bijî Kurdistan bimrî koledar

 

Kîme ez?

  

berdewamê bişîne | vegere lêkolînan ]