Bajarên Kurdistanê-Bidlîs

Yê rêkirî zimanekurdi Dîrok: 26.12.2010, 00:12
deqdan: blue.gifblue.gifbluehalf.gif  (5 jê 10)
girêdanka peywendîdar: Bajarên Kurdistanê-Bidlîs
hatin şopnadin: 1444
ziman:


bitlis.jpg

 

Bidlîs an Bilîs (carina weke Bedlîs jî tê nivîsandin) bajarekî li Bakurê Kurdistanê ye.

 Bidlîs bajarek ji erdnîgara Kurdistanê ye. Li rojavayê Gola Wanê cih digre û di sînorê Agiriyê de ye. 

Navê Bidlîsê; di kurdî de tê wateya lehengî û bêtirsî. Bi rastî navê Bidlîsê ewil 'Bêtirs' bûye [çavkanî pêwîst e]

Lê di pêvajoyê de guheriye û bûye Bidlîs.

Tabloya Naverokê

 [veþêre]

·         1 Nav

·         2 Dîrok

·         3 Mizgeftên herêmê

·         4 Avgermên herêmê

·         5 Serwetên bin erdê

·         6 Navdarên bajêr

·         7 Kelehên parêzgeha Bidlîsê

o    7.1 Keleha Bidlîsê

·         8 Medreseyên wê

·         9 Kronolojî

·         10 Erdnîgarî û sînorên bajêr

o    10.1 Taybetiyên erda bajêr

o    10.2 Avhewa

o    10.3 Çiyayên herêmê

§  10.3.1 Çiyayên Nêmrûd û golên wî yên krater

§  10.3.1.1 Efsaneya Nemrûdê

§  10.3.2 Çiyayê Sîpan

·         11 Navenda Temaþekirina Çivîkan

o    11.1 Deþt û zozan

o    11.2 Nivîsara sernameyê

o    11.3 Çem û gol

·         12 Babetên heywanan

·         13 Nifûs (1997) û navçeyên bajêr

·         14 Aborî

o    14.1 Serwetên bin erdê

o    14.2 Cihên turîstîk û gerê

·         15 Çand û huner

o    15.1 Ol û civak

o    15.2 Xwarênên herêmê

o    15.3 Kincên herêmê

·         16 Navdarên bajêr

[]]Nav

Navê bajêr yê kevn ji alî Îskenderê Zulqerneyîn ve wek "bad- lis" hatî ye danîn. 

Piþtre nav wek Bit-lîz û Bitlîs hatiye guhertin. Di çavkaniyên ermeniyan de navê bajar wek Paxiþ derbas dibe [çavkanî pêwîst e].

[]]Dîrok

Di dever de herî pirr titûn þîn dibe. Ji bilî viya Bidlîs bi bexçê meyweyan û ji alî dexl(zad) de gellek dewlemend e.

 Avhewa wî gellek hiþk e. Dîroka dever, bi dîroka Aryan destpê dike. Li gor lêkolînan hebûna wî digihîje beriya zayinê, salên 5000’ê. Xerakirina mezin a li ser navçe, li gor hin çavkaniyan ji alî Asûriyan pêk hatiye. 

Ew dem jî dema desthiladariya Mîtaniyan e.

 Ji ber ku Mîtanî, zimanê Xurrîkî bikar dianiyan, ji vê kargeriyê re Împeratoriya “Xurrî-Mîtanî” tê gotin. Beriya zayinê di sedsala 13’an de piþtê helweþîna Mîtaniyan, di sedsala 12’an de ya Hîtîtiyan, li rojhilatê, di nêvendên çiyayî de gelê Aryan bicih bûne. 

Di sedsala 9’an de gelê Aryan federasyonekî ku navenda wî Tûþpa ye, desthiladariya Urartû saz kirine.

 Bi talanên Asûran Urartû gellek hêz wenda dike. 

Ji ber ku van êrîþan bidawî bikin Aryan, di sedsala 7’an de li Îrana Rojava,

 bi Medan re digihîjin hev. Keyê Med Keyaksares, welat ji hemî talankeran paqij dike û heta

 Behra Sor Aryan di bin alekî de digihîjîne hev.

Di sedsala 6.’ê de Persiyan wek derb, tên ser artêþa Med. 

Her çiqas bikevin nêvenda rêvebirina wan a ramyariyê jî pirr bihêz nîn in, ji ber vî yekê beriya zayinê, di sala 333'an de artêþên Persan bicenga Îssas ji alî Keyê Makedonyayê Skender têk diçin.

 Ji vir û pê ve navçe di nav sînorên Gordyene de dimîne. Ji sedsala 1.’ê pê ve her çiqas artêþên Romayê du car êrîþê van axan bikin jî, pirr nikaribûne li vir bisekinin û vegeriyane.

Zanînên li ser dîroka Bidlîsê, bi taybetî di pirtûka Þerefname de jî hatiye komkirin û hatiye weþandin. 

Li gor vê pirtûkê jî di wê demê de, di vî herêmê de 25 eþîrên Kurd ku ji hev cuda dijîn, tên ba hev û biryara bihevrebûnê digrin.

 Wê demê hukumdarê Gurcî, Tadît li herêmê serwer e. Eþîr êrîþê artêþên vî hukumdarî dikin û kelê û bajar bidest dixin. 

Van 25 eþîrên ku eþîra Rojkan pêk tînin û bi navê Rojkan hatine binavkirin, navên wan ev in: Qeysan, Baykan, Modkan, Zoqeysî, Zeydî, Keleçeran, Xirbelan, Balkan,

 Xiyartan, Goran, Bireþan, Sekran, Garisî, Bêdoran, Belakurdan, 

Zerdûsan, Endakiyan,Pirtayan, Qewalisî, Girdîkan, Suhrewerdiyan, Kaþaxiyan, Xaldan, Istûkan û Ezîzan.

Li dûv vê hevgirtinê, Bîzans û Sasanî tên herêmê, lê pirr na mînin.

 Di sedsala 11'ê de dagera tirkmenên bi navê Selcûqiyan tên zanîn pêk tê. Navçe ku di nav sînorên Dugela Merwanî ya Kurd de ye, di sedsala 13'ê de rûqalê dagira Moxolan tê. 

Piþtê van dageriyan Bidlîs di nav Împeratoriya Eyûban de dimîne. Bidlîs piþtê dagera Tîmûr jî derbas dike êdî di bin birêvebirina Þerefxaniyan de bi sedsalan dimîne.

Di dema Hz. Umer de Bidlîs mislimaniyê nas dike û di vê demê de gel dibe misliman. Bidlîs di bin birêvebirina Emewiyan, Ebasiyan, Merwaniyan de jî maye û di sala 1537'an de bûye bajarêOsmaniyan.

 Di sedsala 16'ê de Bidlîs bi tevahî girêdayê Osmaniyan e. Heta sala 1894'an ji alî Þerefxaniyan tê birêvebirin. 

Di sala 1915'an de bi dagîriya Rûsan rû bi rû tê. Ev dagîrî di Bidlîsê de hilweþînekî mezin pêk tîne. 

Di sala 1916'an de bi saya axa, beg û hemî gelê Kurd, Bidlîs ji dagîriya Rûsan xelas dibe.

 Lê her çiqas ji dagîriyan xelas bibe jî herêm li gor demên berê nîn e.

berdewamê bişîne | vegere lêkolînan ]