Mela Hisênê Bateyî
Yê rêkirî zimanekurdi Dîrok: 30.03.2010, 20:03
deqdan: ![]()
![]()
(5 jê 10)
girêdanka peywendîdar: Mela Hisênê Bateyî
hatin şopnadin: 1971
ziman:
Mela Hisênê Bateyî
Melayê Batê (1417-1491) Yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.
Navê Melayê Bateyî yê rastîn Husên’e. Lê belê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandýn ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Þêrko, Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.
Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tipguhaztin uWeþanxaneya Firat ê ve, di sala 1992’yan de, li Stenbolê hatiye çapandin. Li ser piþta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoþî (Hesenê Ertoþî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî ûErtoþ jî navê eþîra wî ye. Ji xwe Bate gundê Ertoþiyan e. Nivîskarê Dîwana Kurmancî Evdireqîb Yûsiv jî dibêje ku navê wî "Huseyn" e. Dibêje:Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv "Huseyn" bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Huseyn e. Dibe ku navê wî "Hesen- Huseyn" be û "Ehmed" jî leqeba wî be.
Jînenigari
Ji jînenigariya wî, tenê têzanîn ku ji eþîra Ertoþî ye. Li gundê Bateyê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Gora wî jî li wir e. Tê gotin ku li bajarêMiksê, di Medreseya Mîr Hesenê Welî de, digel mîrê Miksê xwendiye. Lewre di nav gel de, tê gotin ku Melayê Bateyî û mîrê Miksê destebirayê hev du bûne û sebra wan bêyî hev nehatiye. Melayê Bateyî sala 1755’an, di temenê 66’an de, koçdawî kiriye û li Colemêrg gundê Bate hate veþartin.
Berhem
Bi qasî ku tê zanîn, ev berhemên wî hene:
Perçeyek ji meqele Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Bedirxan:
Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: Þahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heþt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf þihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û heþtê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de jî medfûn e.
Li gora tiþtê ko min bihîstiye Batê li Behdînan û li nêzingî Amediyê ye. Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û þihirên wî ne, çavên min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin. Heke ez ne þaþ im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:
Hemdê bêhed bo xudayê alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beþer
Tabihî wî miqtedayê namwer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm
Dinê me kir kamil û nî'met temam
Ya'ni da me Ehmed û Darusselam
Ew Xwedayê bê nezîr û Zulcelal
Bê heval û bê misal û bê zewal
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”
Beþ
Biçe Klasîkên kurdî
Mewlûda Melayê Batê
Destpêk:
Hemdê bê hed bo xwedayê alemîn Ew xwedayê daye me dînê mûbîn
Em kirine ummeta xeyr-ul beþer Tabi’ê wî muqtedayê namuwer
Ew xwedayê malikê mulkê ‘ezîm Daye me mîrasa Qur’ana kerîm
Dînê me kir kamil û ni’met temam Yanî da me Ehmed û dar-us selam
Ew xwedayê bê nezîr û zulcelal Bê mîsal û bê heval û bê zewal
Raziqê bê dest û pa û mar û mûr ‘Alîmê sirra ne gotî der sudûr
Karî sazê bende û sultanê can Rahîm û rehman letîf û mihrîban
Asîmanê bê sitûn Wî kir bedîd Suretê bê xal û xet wî aferîd
Hêvîdarin em ji te þahê kerîm Îhdîna ya Reb sîrat-el musteqîm
Nê ji me sûc û xeta tîn û sitem Lê ji te îhsan û xufran û kerem
Ya rab îmanê di xwazin em mûdam Jêrê alaya muhemmed wes-selam
Ger divêtin hûn ji agir bin felat Bi eþq û þewqek hun bibêjin es-selat
Bûyin:
Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat
Cûmle zeretê cîhan da ev nîda Kirne gazî pêkve gotin merheba
Merheba ey sirrê furqan merheba Merheba ey derdê derman merheba
Merheba ey canê baqî merheba Merheba ey iþþaqî saqî merheba
Merheba ey alî siltan merheba Merheba ey kanê îrfan merheba
Merheba ey þemsê taban merheba Merheba ey canî canan merheba
Merheba ey qurret-ûl aynî xelîl Merheba ey xasê mehbûbê celîl Merheba ey rehmeten-lil-alemîn Merheba ente þefî-ûl mûznîbîn
Merheba ey afîtabê bê zewal Merheba ey mahê tabê layezal
Merheba ey bûlbûlê baxê wîsal Merheba ey eþînayê zûl-celal
Merheba ey nurî xurþîdê xweda Merheba ey tû ji heq nabî cuda
Merheba matlubê alem her tû wî Merheba ewladê Haþem her tû wî
Merheba ey nura heq ra mazharî Merheba ey ewlîyan ra serwerî
Merheba hatî þivanê ûmmetê Merheba hat bo me nura dewletê
Merheba ey bedrê alem ya mûnîr Merheba ey xelkê girtî destegîr
Merheba siltanê cûmle embîya Merheba ey nurê çeþmê esfîya
Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat
Xelasek:
Bo cemî'ê muslimîn û salîhe Bo feqîrê Bateyî el-fatihe
[ berdewamê bişîne | vegere lêkolînan ]