Feqiyê Teyran

Yê rêkirî zimanekurdi Dîrok: 30.03.2010, 20:03
deqdan: blue.gifblue.gifbluehalf.gif  (5 jê 10)
girêdanka peywendîdar: Feqiyê Teyran
hatin şopnadin: 2059
ziman:


FeqiyeTeyran.png

Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran (1590-1660) yek ji helbestvanên kurd yên mezin û klasîk e.



Feqiyê Teyran li Miksa ko girêdayîyê Colemêrg (Hekarî) ye ji dayîk bûye. Lê Mûks an jî Miks (tr: Bahçesaray), nuha girêdayîyê Wan ê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye "Mihemed" (Mîr Mihemed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" danîye. Ew bi xwe ji malbatek eþîrîye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmanîyan fermana mîrî yê girtine.

Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan:

Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye:

"Þahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta Þêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reþ« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eþhar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di þihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e ".
Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran leqeba þahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê þêxê senhanî« nik min heye.

Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê þêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meþhûr e« . Li gora vê þerhê Feqehê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê þêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê reþ« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê reþ« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.

Dibêjin ko Feqehê Teyran þagirtê Melayê Cizerî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê iþaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye.

Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn cida, þîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêþetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje:

Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêþetê.

Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê þêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye:

Miksî [1] ji wê meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eþqê sihtiye
Ev þihir vi þêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê

[1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye.

Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî þahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji þêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye.

Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî keþekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniþtin ser darê. Çûk pev re diþtexilîn û Feqeh dikenî. Keþê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî?

Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.

Keþe: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.

Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min.

Keþe soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re qise kir û got:

– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êþandin.

Keþe deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gehiþtin Cizîrê Feqeh çû Medresa Sor, keþe çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiþtekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Keþê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê þanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere.

Vê carê, keþe kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re got. Mîr þande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin.

Mîr jî þertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek zad anî û reþand nava Westaniyê, û xwe li paþ kevirekî veþart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re þtexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:

– Ma kê ev zad reþandiye vê derê?
– Feqehê Teyran ev zad reþandiye, seba xezînê.
– Ma tu nizanî xezîne li kû ye ?
– Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye.

Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piþtî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî:
Ezbenî min xezîne bi cih kir.
Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje...

Feqeh got: Beramberê serê keþê bidin min.

Mîr got: Serê keþê bi laþê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te. Feqeh got: Rahet e, serê keþê ji laþê wî vekin.

Anîn serê keþê jê vekirin û danîn ser þehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê keþê ne hatin.

Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê keþê hinde giran e, ji lewre te ev þert bi min re kir.

Feqeh deyn ne kir, zêr ji þehînê rakirin û çend kulm ax avêtine þûnê. Milê axê daket, serê keþê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:

– Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez þanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.

Ev her sê þahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:

Min dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimaþ re xerîdar

Ezê niho hin þihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê þexê senhanî:

Van qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hiþyar bikim
Da ez ji þêx dim wesfekî
Þêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
Þêxek hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan

Ji qesîdeke wî:

Bizan ko min yar ti wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuþtim yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti wi
Ê b'xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez im
Miþtaqi rindî ez im
Aþiqê cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweþ qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Þûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan ti wî.

Berhemên Feqiyê Teyran

  • Ey Avê Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxana "El Hewadîs" li Bexdayê hatiye çapkirin.
  • Þêxê Sen'an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965an de, li Moskow çap kiriye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye.
  • Bersîsê 'A'bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye.
  • Hespê Reþ
  • Sîseban
  • Xan Dimdim




  

berdewamê bişîne | vegere lêkolînan ]