Bajarên Kurdistanê-Mehabad
Yê rêkirî zimanekurdi Dîrok: 19.03.2010, 07:03
deqdan: ![]()
![]()
(5 jê 10)
girêdanka peywendîdar: Bajarên Kurdistanê-Mehabad
hatin şopnadin: 1956
ziman:
Mehabad an jî Sablax (bi farsî: Mahābād) bajarekî binavûdeng a Kurd li Iran, li baþûrê Gola
Urmiyê yê, 1300 m bilindahiya wê ji ruyê avê ye. Ew li bakûrê
rojavayê Komara Îslamiya Îranêê
li parêzgeha Azerbaycana Rojava û 113.476
kes lê dijîn (2005). Di sala 1946'an de li vir Komara Kurdistan
a Mahabadê hatiye afirandin.
| Mehabad
|
|
|---|---|
| Dûgel | Îran |
| Parêzgeh | Azerbaycana Rojava (parêzgeh) |
| Gelhe | 113.476 (2005) |
|
|
|
|
Agahiyên bingehîn
Mehabad navendeka mezin a bêþesaziya çandinê ye. Ew li ser rêdûran bi du bajarên din ên mezin ên bakurê xwe, Tebrîz 300 km, Urmiye 150 km, girêdayî ye. Mehabad navenda deverê bi navê xwe ye.
Wê di sala 2008 bi navê Mahabad Petrochemical Company bêþegehek ji bo hilberandina berên kîmyewî ji nefte were avakirin. Li Mehabadê zankoyek heye:Islamic Azad University von Mahabad.
Nufûs sari Mehabad 113.476 kas drosta naw Mehabad la sale 1922 la laen razaxan padsah Îran la Sablax hata goarten bu Mehabad. Mehabad hotmen sare rojhalat Kurdistan: 1. Kirmaþan 976.500; 2. sare Sine ya sanandaj 876.365 kas; 3. sare Wirmêy 825.000; 4. sare Îlam 345000 kas; 5. sare Bokan 134.000 kas; 6. sare Seqiz 127.000 kas; 7. Mehabad 113.476 kas.
Paytexta di dilan de
Mehabad navenda ramana dewleteka Kurd a serbixwe ye. Di sala 1946an de Mahabad paîtexta Komara Kurdistan a Mahabadê, dewleteka serbixwe yê Kurd bû. Piþtî þerê dinê ê duwemîn artêþa Rus li Îranê mabû û nidihîþt Îran bikeve Kurdistan û Azerbaycanê. Di bin stara leþkerên Rus de Kurd serxwebûna xwe dan zanîn. Melle Mistefa Berzanî ji Baþûrê Kurdistan hat Mehabadê û bû berpirsiyarê berevaniya Mehabadê. Lê piþtê 11 mehan, bi lîstikê Brîtanya Gir artêþa Rus ji Îranê derket û rê ji leþkerê Îranê re vebû. Kurdên Mehabadê gotin „Faris xwîþk û birayên me ne, em bi wan re þer nakin.“ Fermandarên Îranê jî soz dabûn ku þer çênebe. Leþkerên Kurdan rê dan Farisan. Lê dema ku ew hatin, serê serokên Kurdan li Meydana Çarçira lêxistin û Komara Kurdistan a Mahabadê ji holê rakirin.
Mehabad sembola welatparêziya Kurdan e. Tê gotin, ku gelek Kurd Mehabad di dilê xwe de veþartî digirin; wê di dema pêþeroje de bibe paîtexta Kurdistan a Azad. Mehabad wek Amedê girîng e, hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo desthilatdaran. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan Mesud Barzanî li vir bûye, merzelê bavê wî, Mele Mistefa Barzanî jî berê li wir bû.
Dîrok
Di salherzara yekan (b.z.) herêmê Mehabad navenda kayaniya Mana bû. Ev di dema Hesin de hêzek mezin li vî herêmî bûn. Têkiliyên wan bi Asuriyan û bi gelên din li herêm hebûn.
Berî serokê Kurdên Mukrî Sultan Budaq Mehabad an jî bi navê din „Seblax“ (bi farsî: سابلاخ) kir paytexta herêmên xwe, ew gundekî piçûk li Deþta Deryazê bû. Bi guman navê Sablakh ri rehên Mongolî ye. Di dema Sefawiyan de herêmê Mukriyan navenda berxwedana dijî Þah Ebbas ê 1. bû. Di salên 1609 û 1610 an de, di dema Þerê Dimdim piþta Emîr Xan Lepzêrîn girtin. Ew xanê Destê Zêrîn Fermandarê Biradostan bû. Dema ew dijî Ebbas binketin ewî komkujiyeka mezin li ser gelê bajarê anî. Pir Kurd hatin nefîkirine Xurusîn. Heta dawiya sedsala 19an Kurd li baja hukmkirin. Di þerê cîhanê ê yekan de Mehabad cîhê cengê Osmanî û Rûs bû. Di sala 1935 de leyiyek bajar rûxandin. Bajarê modern û nû li ser peliþên bajara kevn hat avakirin.
Di dema Þoreþa Îslamî ya Îranê de Mehabad û hin bajarên din, ji aliyê Artêþa Îranê hatin êriþkirin û bombe li ser wan hat barandin û hatin dagirkirin (Êlûn,1979). Kurd bi Humeynî di þer de bûn, ji ber ku wî xwemuxtarî nedixwast bide Kurdan. Humeynî dijî Kurdan Cîhad dayanîn û Êriþek giran bir ser wan.
Îro
Di sala 2005an de Hêzên Ewlwkariyê Îranê xortekî Kurd, Þwaneh Qaderî (26 s.) kuþtin. Ev bû sedema serhildaneke mezin li Mehabad û paþê gihîþte bajarên din ên Kurdan li rojhilat. Gelek Kurd hatin kuþtin. Hukumeta Îranê 100.000 leþker þand Kurdistanê, 3000î zaftir hatin Mehabadê. Wek li bajarên din ên Rojhilata Kurdistan li Mehabad jî Hukumeta Îranê zordariyê li ser Kurdan dike.
Arkeolojî
Derdora Mehabadê bi dewsên dîrokî, yên di dîrokê de dûr digihîjin, tije ye. Hin ji wan ta dama berî Îslamê û Xirîstiyaniyê diçin. Li nêzîkê gundê Enderghaþ di nav zinaran de gorþaneka ji dema Sasaniyan heye. Ev bi navê Faghrigha tê naskirin. Li pir cîhên wê nepix û cîhên þinê hene.
Erdnigarî
Derdorê Mehabadê tije kaniyan e. Ew û robara di nav bajarê re diherike sedemê hêþînahê û klîmake nerm in. Dibêjin kaniyên Mehabadê dermanên pir nexweþiyan in. Berê her tiþtî ew dermanê nexweþiyên çerm in û ji bo sivikbûnê jî baþ in.
Çand
Mehabad jî navendeka Kurdan a Çand û Wêje ye. Gelek helbestvan û nivîskar ji wir derketine; Hejar (Ebdurihman Þarfkandî) (1920-1990), Hêmin (Seyîd Mihemmed Amînî Þêxo al-Îslam Mukrî) (1920-1986), Ebdurihman Zabihî (1920-1980) û Gîw Mukriyanî hinekên girîng in.Ferhenga yekemîn a Kurdî-Farisî Hejar nivîsî. Di Komara Kurdistan a Mahabadê de navê „Helbestvanê Netewiyê Kurd“ li Hemîn hat dayîn. Berhemên wî yên bi Zarava Mehabadî, ya ku zimanê wêje li rojhilata Kurdistan e, jê re bûn sedem.
Mirov dikare bi xwendina romana nivîskarê Kurd Jan Dost re Mijabad, bêtir nêzîkî vî bajarî û bûyerên ku lê qewimîne bibe.
[ berdewamê bişîne | vegere lêkolînan ]
