Bajarên Kurdistanê-Mêrdîn
Yê rêkirî zimanekurdi Dîrok: 03.03.2010, 16:03
deqdan: ![]()
![]()
(5 jê 10)
girêdanka peywendîdar: Bajarên Kurdistanê-Mêrdîn
hatin şopnadin: 2124
ziman:
Mêrdîn (bi tirkî: Mardin) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. Bajarê Mêrdînê ji
baþûrê xwe ve bi baþûrê biçûk, ji rojhilatê xwe
ve bi Sêrt û Þirnexê,
ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye
pêçan. Hejmara niþtecihên wê nêzî 850.000 kesan e. Qezayê bi ser ve ev
in: Qoser,
Nisêbîn, Midyad, Mehsert,
Dêrika Çiyayê Mazî, Þemrex,
Kerboran,
Stewr û Riþmil.| Mêrdîn
|
|
|---|---|
| Welat | Kurdistan (Bakur) |
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Mêrdîn (parêzgeh) |
| Serbajar | Mêrdîn |
| Rûerd | 8.891 km² |
| Gelhe | 745.778 (2007) |
| Koordînat | 36° 54´ 37° 47´ 39° 55´ 42° 41´ |
|
|
|
|
|
|
Dîrok
Mêrdînê, Mardon, Mirde an ku Marde yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. "Mîrê Kelahan" hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re. Di dîrokê de gelek qralan xwestiye wê têxe destê xwe, lê Keleha Mêrdînê rê nedaye wan. Bajar li baþûrê kelehê ava bûye. Xanî li du yên din, bi hevûdu ve hatine girêdan. Kevirên wan yê sipî û zer ji bo avakirinê hatine peyde kirin. Bajar, bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêþ bi navdar e. Bakurê wê cihê bexçe û bostana ye.
Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr þerên giran çêbûne. Berî çêbûna Mesîh, asuriyan û farisan þerên giran kirine. Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xettap de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine. Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baþtirîn þêwe îdare kiriye. Piþtre Artukî li vir bi cî bûne. Bajar, bi aqilmendiya Idrîsê Bedlîsî, di dema Selîmxanê kurê Sultan Beyazit de ketiye kontrola Osmanliyan.
[biguherîne] Ol û civak
Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîk e. Piraniya gelheyê ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û þafiyan pêk tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê. Bajarê Mêrdîn bi pirçandîbûna xwe tê nasîn. Li wir ereb, kurd, suryanî û ermenî hene. Dêra Zafaranê di sedsala 11. pêve navendî ji petrikên suryaniyan re kiriye. Ji bilî wê, dêrek din bi navê Þehîde Þimûnî heye. Li baþurê bajêr dêra Mar Mîxayêl Nasik, û ya Mar Bitris hatine avakirin. Li taxa Þemsiye, dêra Meryema ji Erdemê, pir bedew hatiye lêkirin. Dêrên din ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Meryem, Mar Afram, Mar Osyo, Þehit Hurmiz...
Bajarê ziman û ol û çandên cewaz Mêrdînê, ji bo ku cihê xwe di programa Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de bigire, serî li Unescoyê hatibû dayîn. Unescoyê, piþtî lêkolînên xwe serîlêdan pejirand. Mêrdînê wek berendam kete rêza cihên parastinê. Piþtî ku berendamtî hate pejirandin, belediya bajêr ji bo rêlêgirtina avahiyên bê plan programek ji xwe re çêkir.
[biguherîne] Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 36° 54´ û 37° 47´ bakûr û merîdyenên 39° 55´ û 42° 41´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Amedê û Êlihê ve, li rojava bi Rihayê ve, li baþûr bi Qamiþloyê û Amûdê ve û li rojhilat jî bi Culemêrg û Þirnexê ve tê girêdan.
[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr
Erda herêmê % 52,6 ji çiyan, % 24,6 ji deþtan û % 22,8 jî ji platoyan pêk tê. Erda wê 177.200 metre kare ye. Li herêmê genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis û tirî tên çandin
[biguherîne] Avhewa
Li baþûrê herêmê avhewayeke çolî heye, ji lew re jî havînan pir germ û zuha, zivistanan jî sar û li hinek deveran jî hênik derbas dibe. Dîmenek ji Midyadê.
[biguherîne]
- Mêrdîn (navend) (bi tirkî, Mardin), 108.340
- Kerboran (Dargeçit), 27.611
- Dêrika Çiyayê Mazî (Derik), 55.278
- Qoser (Kýzýltepe), 183.475
- Þemrex (Mazýdag), 27.434
- Midyad (Midyat), 128.085
- Nisêbîn (Nusaybin), 103.863
- Mehsert, (Ömerli) 14.584
- Stewr (Savur), 34.402
- Riþmil (Yeþilli), 22.026
Tevayî nifûsa herêmê (tevî gundan) 705.098 e.
[biguherîne]
| Navê fermî (1928) Qeza: Mardîn (Mêrdîn) Nahiye: Mardîn (Mêrdîn) ![]() |
Navê kurdî yê îro ![]() |
Navê tirkî yê îro ![]() |
| Diyarê Dêrê | Diyarê Dêrê | Acar |
| Qesra Ehmed | ? | Ahmetli |
| Aqres | Axreþkê | Akbað |
| Alûce | Alûce | Alýçlý |
| Belalî, Belalê | Bilalya | Alýmlý |
| Anbar | Anbar | Ambar |
| ? | Zonê | Aran |
| Mûsîkî, Mûsîkê | Mûsîka | Avcýlar |
| Kurik Çato | Kurka Çeto | Aytepe |
| Benabîl | ? | Bülbül |
| Cozar, Cewzat | Cewzat | Cevizlik |
| ? | Nehras | Cevizpýnarý |
| Çîftlik | ? | Çiftlikköy |
| ? | Þûrî, Þûrê? | Dereyaný |
| Donbeze | Domuza | Düzlük |
| Hezerlû | Hindiluwa | Eroglu |
| Buhêrkê | Bihêrkê | Eryeri |
| ? | Qesra Ehmedê Xêro | Esentepe |
| Qela Maran | ? | Eskikale |
| Kollo | Kolîyê | Göllü |
| ? | Kuçûka | Güney |
| ? | Dêrdûk | Güragaç |
| Qebale | Qubala | Kabala |
| Xirbeqeblo | Xirbêqeblo | Konaklý |
| ? | ? | Koyunlu |
| ? | ? | Kütüklü |
| Dare | Dara | Oguz |
| Tûyrîk | ? | Ovaköy |
| Texûb | ? | Sancar |
| ? | Þêxan | Sultanköyü |
| Sêriçkê | Sirêçk | Tandýr |
| ? | Gundê Semho | Tilkitepe |
| Qesra Qelenderan | Qesra Qelenderan | Uzunköy |
| Mensûrî | Minsûryê | Yalým |
| Qordîs | Qurdîs | Yerdere |
| ? | ? | Yayla |
| ? | Þatih | Yaylabaþý |
| ? | Kuferdel | Yaylacýk |
| Reþmel | Riþmil | Yeþilli |
| Qesralceran | ? | Yolbaþý |
| ? | ? | Yukarý Yeniköy |
[biguherîne] Çiyayên herêmê
Çiyayê bilind yê herêmê Cûdî ye (2.114 m). Alam (1.041 m), Ziyaret (1.160 m) û Dibek(1.231 m), Tûrcel û Pozê Bîra.
[biguherîne] Deþt, zozan û gelî
Deþtên Tilermen Qoser, Merdîn û Nisêbînê. Her sê deþt bi hevre girêdayî û di geliya çemê Xabûrê de ne. Dirêjbûna deþtan 35 km û firehbûna wan jî 20 km ye.
[biguherîne] Çem û Gol
Çemê herî mezin ku di nav sînorên bajêr de diherike Çemê Dîcle ye. Buxur, Zergan,Ava Spî, Reþan, Çaçan û Gumuþ jî çemên din yên herêmê ne. Gol li herêmê tune ne. Tenê li ser çemê Buxurê ji ber bendava Buxurê golek sûnî çêbûye.
[biguherîne] Binerd
Li herêmê fosfat, çîmento û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.
[biguherîne] Babetên heywanan
Herêm ji alî heywanan ve ne dewlemend e, rovî, kîvroþk û balindeyên kovî kewokê teqle ê Mêrdîn di cîhanêde deng dane.Jî sedî pêncî mirovê Mêrdîn Kewoka xwedi dike.Kewêgozel u kevêsusik cihekî girîng digrin di zinarê Mêrdînde.Her cureyê þahlil û bilbila li ser kelaya Mêrdin hene.Di sala 1998 de keftarik ji alyê neçîrwanên Merdinde hate dîtin û kuþtin.Li Dêrka cayêmazî cureyekê teyrêbaz heye ku li cîhanêde tenê li cîyayê Dêrikê turcelê pêde dibi.
[biguherîne] Xwarinên herêmê
Li herêmê savar û xwarinên ji savêr bêhtir tên xwarin, wekî savara bi darçîn û bacanê reþ. Zelateya hinaran, þorbeya mast, ecîn û kutilkên dagirtî (basmavat, li herêmê ji yên di nav rûn û hêka de sorkirî re dibêjin "irok"). Riþte û Kibe (hûr û roviyên dagirtî) jî ji alî gel ve tê xwarin. Wekî din mirîþka bi gijnîjê birajtî, sembusek (lehmacunê sergirtî), beloh (xwarineke weke qisirê ye), serûpê û ûrê hîþandî jî di nav xwarinên deverê de ne. Li ber xwarinan dew tê vexwarin. Li herêmê qehva tal (mirra) jî xwedî cihekî taybet e.
[biguherîne] Kincên heremê
Keçên ciwan kefiyên rengîn, yên pîr jî yê spî didin serê xwe. Li hinek deveran wekî li Dêrikê jin kitanên dirêj didin serê xwe. Fîstan herî pir li herêmê tê li xwe kirin. Goreyên ji hirî û lastîkên reþ di lingan de hene. Xemilandineke taybetî jî li herêmê "deq" e. Jin deqên þîn li ser rû yan jî destê xwe dikin. Þalwar û entariyên spî û dirêj cilên zilaman yên herêmî ne. Îþlik û êlegên bê yaxe di ser þalwar de tê li xwe kirin. Di serê zilaman de "egal" an jî "çefî" heye. Þewqe jî carinan tê bikaranîn. Qondere di lingan de heye.
[biguherîne] Kronolojiya bajêr
Di dema persan de navê bajêr "Marde" bû. Di dema Bîzansiyan de jî "Mardîa" bû. Ereban jî navê herêmê kirine "Mardîn" . Suryaniyan ji bajêr re gotine "Marde" (kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.
[biguherîne] Berî Zayînê
- 2000 - 1243, dema Huriyan û Mîtaniyan
- 1243 - 612, dema Asûriyan
- 608 - 550, dema Medan
- 550 - 312, dema Persan
- 331 - 312, dema Mekodonîyan
[biguherîne] Piþtî Zayînê
- 197 - 395, dema Romayiyan
- 395 - 640, dema Bîzansiyan
- 640, dema Ereban
- 1202, dema Eyûbiyan
- 1515, dema Osmaniyan
- 1847, serhildana Bedirxanan
[biguherîne] Cihên turîstîk, dîrokî û gerê
Bajar ji ali xwezayê ve ne pir dewlemend e. Tenê þelala çaxçax ji alî gel ve wek ciyêk seyranê tê bikaranîn. Kela Mêrdînê, mizgeftên bajêr, dêr û dêrên herêmê jî ji alî gel û turîstan ve tên serîlêdan kirin.
Germavên Kerboranê, germav (gurmî av) carna 40° germ dibe û ji bo nexweþiyên çerm û romatizma yê baþ e.
- Gundê Dara
[biguherîne] Çavkanî
- Jean-Baptiste TAVERNIER (1692), Les six voyages, I:187
- Carsten NIEBUHR (1778), Reisebeschreibung, Copenhagen, II:391-8
- Pietro della VALLE (1843), Viaggi, Brighton, I:515
- Albert SOCIN (1904), Der Arabische Dialekt von Mōsul und Märdīn, Leipzig.
- Hugo MAKAS (1926), Kurdische Texte im Kurmanji-Dialekte aus der Gegend von Mardin. Petersburg-Leningrad.
- Hasan SHUMAYSANI (1987), Madinat Mardin min al-fath al-'arabi ila sanat 1515. Bayrūt: 'Ālam al-kutub.
- Otto JASTROW (1969), Arabische Textproben aus Mardin und Asex, in "Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft" (ZDMG) 119 : 29-59.
- Hans-Jürgen SASSE (1971), Linguistische Analyse des Arabischen Dialekts der Mhallamīye in der Provinz Mardin (Südossttürkei), Berlin.
- V. MINORSKY (1991), Mārdīn, in "The Encyclopaedia of Islam". Leiden: E. J. Brill.
- Otto JASTROW (1992), Lehrbuch der Turoyo-Sprache in "Semitica Viva – Series Didactica", Wiesbaden : Otto Harrassowitz.
- Ayliffe, Rosie, et al. (2000) The Rough Guide to Turkey. London: Rough Guides.
- Michaela WITTICH (2001), Der arabische Dialekt von Azex, Wiesbaden: Harrassowitz.
- George GRIGORE. L'arabe parlé à Mardin. Monographie d'un parler arabe périphérique. Bucharest: Editura Universitatii din Bucuresti, ISBN (13) 978-973-737-249-9
[ berdewamê bişîne | vegere lêkolînan ]
