Malpereke Kurdî

www.zimanekurdi.eu / www.zimanekurdi.ch MALPEREKE NÛ YA SEDÎ SED KURDÎ DIKEVE BIN XIZMETA XWENDEKARAN Ji bo ragihandina xebatên Dibistanên Kurdî yên li welatê Swîsreyê, ji aliyê `Yekîtiya Malbatên Dibistana Kurdî` ve malpereke nû ya sedî sed bi kurdî tê amadekirin. Ji bo ku malper bi tevahî bi kurdî be, ev mehek zêdetir e, ji aliyê mamosta Hesen Huseyîn Denîz ve wergera dokumantên wê tê kirin. Sazkirina Malperê ji aliyê Ciwan ve tê pêkanîn. Malper di roja 14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de wê were temamkirin û tev li lehiya weþangeriya ser tevnê ya kurdî bibe. Xwendekar sazbûna malperê dikarin li ser girêdanka www.zimanekurdi.eu, www.zimanekurdi.ch biþopînin û ji baþtirîn were sazkirin, dikarin nêrîn û daxwazên xwe li ser emaila, zimanekurdi2008@gmail.com biþînin. Her wiha tê plankirin ku di rojên pêþ de li ser vê malperê dersên kurdî jî bi awayekî zindî werin dayîn. Dîsa nivîskar û mamostayên zimanê kurdî wê bikaribin berhemên xwe yên bi kurdî di vê malperê de ji xwendekaran re raxînin. Malperên dixwazin girêdanka xwe di www.zimanekurdi.eu de bi cih bikin dikarin serî li vê emailê bidin: zimanekurdi2008@gmail.com



