ÞEHÎD ARAM ZIMANÊ DILÊ GEL BÛ

Gora Aram li Amedê wê bibe Akademiyek çand, huner, zanist, ziman û dîrokê.
ÞEHÎD ARAM ZIMANÊ DILÊ GEL BÛ
Gora Aram li Amedê wê
bibe Akademiyek çand, huner, zanist, ziman û dîrokê. Ji bo wê divê Aram ne di
goristaneke giþtî de, li ser xakeke berfireh were bicihkirin û li derûdora wê
xakê AKADEMIYA ÇAND; HUNER; ZIMAN; WÊJE Û ZANISTÊ YA KURDISTANÊ were avakirin.
Kurdiya Aramê Tîgran pêk dianî, bawer nakim ku
hozan an hunermendekî din karibe ewqasî ji dil, pak, zelal û dewlemend bikar
anîbe. Aram þehîdekî çand, wêje û zimanê kurdî ye. Ew welatparêzekî ji dil ê bi dilsozî bi ku bi xaka rehên wî di
kûrahiya wê de bûn ve girêdayî bû. Bi helbestên wî hestên mirovan ên
welatparêzî hil dibûn. Aram çû ser dilovaniya xwe, lê wê ti carî nemire. Ewê her
dem di vîn û wîjdanê gelên herêmê de û di têkoþîna azadiyê de, di hemû kar û
xebatên hunerî, çandî, zimanî û wêjeyî de bijî. Bê Aram wê jiyan qet ne xweþ
be; lê berhemên ji me re hiþtine û deng û awaza wî ya li ber guhê me dilore,
her dem wê jiyanê bixemilîne ku em bikaribin diyax bikin…
Di dîroka Kurdistanê de, di her pêngavê de
nirxên giranbuha hatine afirandin û ev wekî xelekekê gihiþtine hev, ev xak ji
her alî ve parastine û gelên li ser vê xakê jiyane bi xwe re heta roja me
anîne. Ger Zeredeþt, Manî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyran, Cegerxwîn, Meyremxan, Ayþe
Þan, Mûsa Anter û bi sedan zanyar, hunermend, hozan, nivîskar li ser vê xakê ji
nava dilê gelên li ser vê xakê dijîn, nehatibana afirandin pir zahmet bû ku
îroj mirov bikarîba qala hebûna kurd û Kurdistanê bikraya. Di erdnîgariyeke ku
du hezar sal in azadî nedîtiye û her dem di bin nîrê desthilatdariyê de jiyan
meþiyayî de, hebûna van nirxan ji bo vê xakê û gelan bûye ava jiyanê. Îroj
gerîla li navsera çiyayên Kurdistanê bi mîratê van nirxan dikare li ber xwe
bide. Ger ev nirx ji me re mîrate nemabana, me dê ji bo kîjan nirxan gerîlan
derxistibana navsera çiyan?
Aram xeleka dawîn a ji van nirxan bû; ku di van
rojan de çû ser dilovaniya xwe. Hunermendên wiha ji dil, bi rastî û sedîsed
hunermend her roj û her gav dernayên holê. Ev zêdetir berxwedan û zimanê dilê
gel in, ên xaka Kurdistanê ne. Gel û xak bi derxistina van nirxan dixwaze xwe
bîne ser ziman, tiþta di dilê xwe de bilêv bike, derxîne der, bi cîhanê bide
bihîstin. Wekî dareke fêkî ku her sal bi dayîna fêkî dixwaze tovên xwe biweþîne
û jiyana xwe bidomîne, ev jî tovên jiyanê yên daxwaza jiyîna Kurdistanê ne.
Kurdistan warê dîroka gelan û ya çanda
niþtecîbûna mirovahiyê ye. Rast e ku Aram wekî nijad Ermenî ye; lê ew di heman
demê de Kurdistanî ye û bi vê sedemê di malikên giyana wî de êþ, jan, coþ û
kêfxweþiya hemû gelên li ser vê xakê jiyane heye; ji Hîtît û Kardûkan bigir,
heta Medî, Aþûrî, Sumerî, Persî, Ermenî hemû gel di dilê helbestên wî de
dijiyan û xwe dianîn ser ziman. Bi vê sedemê Aram ne kesayetek netewî, ew
kesayetek navnetewî ango enternasyonal bû. Ew bi rastî demokrat, pêþverû, ronakbîr
û qibleyek çand, ziman û hunerê bû.
Aram xwestiye di dilê Kurdistanê de were
çandin. Ev daxwazek pir hestedar e. Aram li Amedê wê ji nû ve þîn were; kat û
þaxan vede, kulîlkan bide û fêkî û tovên xwe biweþîne. Gora Aram li Amedê wê bibe Akademiyek çand, huner, zanist, ziman û
dîrokê. Ji bo wê divê Aram ne di goristaneke giþtî de, li ser xakeke berfireh
were bicihkirin û li derûdora wê xakê AKADEMIYA ÇAND; HUNER; ZIMAN; WÊJE Û
ZANISTÊ YA KURDISTANÊ were avakirin. Tenê bi avakirina vê AKADEMIYÊ þaredarên
Amedê dikarin li yaqî daxwaza Aram bin. Ger Aram xwestiye were Amedê ev ji bo
wan rûmetek e, divê li vê rûmetê xwedî
derkevin. Ne ku wî bibin di du metre ax de bi cih bikin û li mala xwe rûnên.
Ger wiha bikin, wê di serî de xwe vala derxînin. Gora Aram divê Akademî be. Ger wiha bibe wê Amed di
warê nirxên Kurdistanî de hilpekîneke dîrokî bijî. Ger vê yekê nebînin heyf e
ji wan re.
Bi rêzdarî Aramê Tîgran, hozanê nemir, þehîdê
qirnê 21. bi bîr tînim, ji malbata wî û hemû gelên li ser xaka Kurdistanê jiyane
û dijîn re sersaxiyê dixwazim. Aram nirxê giþtiya mirovahiya modernîteya
demokratîk e; bi vê sedemê serê demokrasiya gelên cîhanê sax be. Dîsa Aram li
ber dilê rêbertiya gelê kurd jî nirxekî pir giranbuha bû; bi vê sedemê serê
rêbertiya gelê kurd jî sax be.
HESEN HUSEYÎN DENÎZ



