Cangorî (Þehîd) Huseyîn Denîz

Cangorî (Þehîd) Huseyîn Denîz di sala 1992an de, di roja 9ê Tebaxê de, li Serêkaniyê (Ceylanpinar) ya Ruhayê ji aliyê çeteyên Hizbûlkontra yên Tirk ve, bi çavdêriya polîsên dewleta Tirkiyê hat gulebarandin û di roja 10/Tebax/1992an de jiyana xwe ji dest da, tev li refên þehîdên têkoþîna azadiya Kurdistanê bû.
Huseyîn Denîz, xwarziyê Mûsa Anter bû; ji gundê Sitilîlê
(Akarsû) ya girêdayî Nisêbînê bû; lê jiyana wî li Serêkaniyê, li metrepolan û
li zindanê derbas bû.
Huseyîn, pênûseke xurt a wêjeya kurdî bû; rojnameger, nivîskar,
mamoste û endamê PENê bû. Ji bo lipêþxistina zimanê kurdî, wêje û çanda kurdî,
hewildan û xebatên wî yên grîng ên wekî berhevkirina biwêj û gotinên pêþiyan,
amadekirina ferhanga zazakî-kurmancî û bi dehan nivîsên din hebûn. Qasî vê nasnameya
xwe ya nivîskarî, di rojnameyên kurdî û tirkî de bi sedan nivîsên wî hatine
weþandin.
Li gel vê yekê, dema tevgera Apogerî li Ankara nû dest pê dike,
bi rêber
Di hatina tevgera Apogerî ya Kurdistanê de, li Serêkaniyê, li
Sêwerekê û li Omeriyan weyneke pêþeng dileyize û di perwerdekirina kadroyan de
mamostetiyeke çalak dimeþine.
Di salên Cûntaya 12ê Îlona 1980yî de, zêdeyî çar salan li
zîndana Amedê dîl dimîne û ji endamtiya PKKê tê darezandin.
Li ser þehîdbûna Huseyîn Denîz, xalê wî Mûsa Anter, li ser gora
wî wiha dibêje;
- “Xwezî ew guleya berdan te, li min
ketiba; li þûna te ez ba ma!”
Wekî bîranîna hemû cangoriyên têkoþîna
azadiya Kurdistanê bîranîna þehîd Huseyîn Denîz jî, di têkoþîna azadiya gelê Kurdistanê
de dijî û pênûsa wî di wêje, nivîskarî û rojnamegeriya kurdî de her wê bilive,
qet raneweste!
Þehîd bê mirin in!
MALBAT û HEVALÊN WÎ



