Cangorî (Þehîd) Huseyîn Denîz

Bangewazî


Cangorî (Þehîd) Huseyîn Denîz di sala 1992an de, di roja 9ê Tebaxê de, li Serêkaniyê (Ceylanpinar) ya Ruhayê ji aliyê çeteyên Hizbûlkontra yên Tirk ve, bi çavdêriya polîsên dewleta Tirkiyê hat gulebarandin û di roja 10/Tebax/1992an de jiyana xwe ji dest da, tev li refên þehîdên têkoþîna azadiya Kurdistanê bû.


Huseyîn Denîz, xwarziyê Mûsa Anter bû; ji gundê Sitilîlê (Akarsû) ya girêdayî Nisêbînê bû; lê jiyana wî li Serêkaniyê, li metrepolan û li zindanê derbas bû.

Huseyîn, pênûseke xurt a wêjeya kurdî bû; rojnameger, nivîskar, mamoste û endamê PENê bû. Ji bo lipêþxistina zimanê kurdî, wêje û çanda kurdî, hewildan û xebatên wî yên grîng ên wekî berhevkirina biwêj û gotinên pêþiyan, amadekirina ferhanga zazakî-kurmancî û bi dehan nivîsên din hebûn. Qasî vê nasnameya xwe ya nivîskarî, di rojnameyên kurdî û tirkî de bi sedan nivîsên wî hatine weþandin.

Li gel vê yekê, dema tevgera Apogerî li Ankara nû dest pê dike, bi rêber Apo re peywendî datîne û dibe mîlîtanekî pêþeng.

Di hatina tevgera Apogerî ya Kurdistanê de, li Serêkaniyê, li Sêwerekê û li Omeriyan weyneke pêþeng dileyize û di perwerdekirina kadroyan de mamostetiyeke çalak dimeþine.

Di salên Cûntaya 12ê Îlona 1980yî de, zêdeyî çar salan li zîndana Amedê dîl dimîne û ji endamtiya PKKê tê darezandin.

Li ser þehîdbûna Huseyîn Denîz, xalê wî Mûsa Anter, li ser gora wî wiha dibêje;

- “Xwezî ew guleya berdan te, li min ketiba; li þûna te ez ba ma!”

Wekî bîranîna hemû cangoriyên têkoþîna azadiya Kurdistanê bîranîna þehîd Huseyîn Denîz jî, di têkoþîna azadiya gelê Kurdistanê de dijî û pênûsa wî di wêje, nivîskarî û rojnamegeriya kurdî de her wê bilive, qet raneweste!

Þehîd bê mirin in!

MALBAT û HEVALÊN WÎ


Nûçeyê ... Parve bike...

BlinkList del.icio.us FaceBook Folkd Furl Google Linkarena Mister Wong oneview Webnews Yahoo MyWeb YiGG TWITTER

Cangorî (Þehîd) Huseyîn Denîz

bikarhênerê qeyda xwe nekiriye nikare şîroveyê binivîsîne, ji kerema xwe re xwe qeyd bikin

şîrove yên nivîskarên xwe ne. ji naveroka wan em nikarin berpirsyar werin girtin.