Li Televizyona

Bangewazî


http://support.roj.tv//kurdi.php

 

 

BANG
Dewleta Tirk di civîna bilind a NATOyê de ji bo betalkirina lîsansa (destûra weþanê ya) televizyona me ROJ TVyê bazar kirin û di qada navneteweyî de mohra xwe li bin skandaleke nû a dîplomatîk xist.

Di berdêla ku serokwezîrê Danîmarkê birêz Fog Rasmussen weke serokê giþtî yê NATOyê were hilbajartin, dewleta Tirk xwest televizyona me ROJ TV were girtin û di vê mijarê de bû sedema skandaleke dîplomatîk. Dewleta Tirk bi vî awayî ne tenê civîna bilind û welatên endam ên NATOyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn, her weha nîþan da ka çendî bêbext, bêdad û zalimane li dijî Kurdan tevdigere.

Siyaseta înkar, miþextkirin, talankirin, êþkence û komkujiyan ya li dijî Kurdan têra dewleta Tirk nekir, bi girtina ROJ TVyê xwest DYE û welatên Ewrûpayê jî bike hevparê gunehên xwe. Xwest siyaseta xwe ya înkar û mandelkirina ziman û çanda Kurdan bi þaristaniya Ewrûpa û welatên Ewrûpayê yên li ser hîmê vê þaristaniyê hatine damezrandin, bide qebûlkirin.

Dewleta Tirk di civîna bilind a NATOyê de di ser ROJ TV re bazar kir, got �yan ROJ TV wê bê girtin, yan jî birêz Rasmussen nabe sekreterê giþtî� û bi vî awayî ji bo ku mafê herî xwezayî yê Kurdan ango weþana bi zimanê xwe yê dayikê ji dest wan bigire, çi ji destê wê hat kir.

Em dixwazin bi awayekî zellal û vebirrî bidin zanîn ku mafê gelê Kurd ê agahîgirtina bi zimanê xwe, parastina çanda Kurd, parastina zimanên gelên ku dewleta Tirk wan înkar dike yên mîna Asûrî-Suryanî, Ereb û zimanên hindikahiyên din û mafê van gelên kevnar yên li gorî qanûnên navneteweyî yên raman û çapemeniyê; ROJ TV ji xwe re esas digire. Ango dewleta Tirk niha dixwaze mafê neteweyekî û bi dehan hindikahiyan ê agahîgirtina bi zimanê xwe asteng bike.

Werin em ji vê neheqiyê re, ji vê zêhniyeta nehemdem, ji vê komkujiya ziman û çandan, ji van gunehên dewleta Tirk ên mandelker, þantajker û qirêj re bêjin �Êdî Bes e�.

Maneya girtina ROJ TVyê, firotina Kurdan, înkarkirina Kurdan, ji piþt ve xencerkirina Kurdan, bi kar anîna Kurdan ji bo têkiliyên qirêj e. Werin em destûrê nedin vê!

Maneya girtina ROJ TVyê, bikaranîna þaristaniya Ewrûpayê ji aliyê dewleteke antîdemokratîk ve ye ya ku gelan înkar dike, li ser xwîna hindikahiyan avabûye, di serî de Ermenî gelek gel xistine ber komkujiyan. Werin em destûrê nedin vê!

Em banga piþtgiriya ROJ TVyê li her kesê dibêje �ez rewþenbîr im�, �ez demokrat im�, �ez mirov im� dikin. Em her weha bang li hukêmeta Danîmarkayê dikin da ku ji huqûqê, qanûnên navneteweyî, mafê mirovan, azadiya çapemeniyê û ramanê gavê paþ ve neavêje!

ROJ TV dengê azadiyê, gelan, kedkaran, bindestan, Kurdan û wan kesan e yên dibêjin �DINYAYEKE DIN MUMKIN E�. Ji ber ve yekê em bang li kesên dibêjin �dest nedin ROJ TVyê" dikin da ku beþdarî kampanyaya me ya îmzeyan bibin.

link:http://support.roj.tv//kurdi.php

Nûçeyê ... Parve bike...

BlinkList del.icio.us FaceBook Folkd Furl Google Linkarena Mister Wong oneview Webnews Yahoo MyWeb YiGG TWITTER

Li Televizyona

bikarhênerê qeyda xwe nekiriye nikare şîroveyê binivîsîne, ji kerema xwe re xwe qeyd bikin

şîrove yên nivîskarên xwe ne. ji naveroka wan em nikarin berpirsyar werin girtin.