rênisanêra vegotina kurdî
N A V E R O K
Zimanê Bihîstinê Û Zimanê Dengderxistinê. - 14 -
DENG BI YEKBÛNÊ WATEDAR DIBIN - 35 -
DI YEKBÛNA DENGAN DE ERKA ‘KÎTE’YÊ. - 37 -
DENGÊN BI KÊRÎ KELIJANDINÊ TÊN - 40 -
BÛYERA HILWEÞÎNA TÎPAN. - 45 -
ZIMANÊ KURDÎ XWEDIYÊ TAYBETMENDIYÊN LI GORÎ XWE YE - 47 -
SAZBÛN Û BIKARANÎNA PEYVÊN KURDÎ - 51 -
NASKIRINA ARMANCA PEYVAN - 53 -
Peyvên Erka Nav Hilgirtine Ser Xwe; Navdêr - 55 -
Peyvên Erka Pesinandinê Hilgirtine Ser Xwe; Rengdêr - 56 -
Peyvên Erka Cihgirtina Navan Hilgirtine Ser Xwe; Cînav. - 56 -
Peyvên Erka Çalakî Û Bûyeran Hilgirtine Ser Xwe; Lêker - 57 -
Peyvên Erka Çawaniya Çalakiyan Hilgirtine Ser Xwe; Hoker - 58 -
Peyvên Erka Têkildariyê Hilgirtine Ser Xwe; Daçek. - 59 -
Peyvên Erka Gihandinê Hilgirtine Ser Xwe; Gihanek. - 59 -
NASKIRINA WATEYA PEYVAN - 60 -
DI ZIMANÊ KURDÎ DE BIWÊJ Û BIKARANÎNA BIWÊJAN DI VEGOTINÊ DE. - 69 -
BIWÊJÊN ZANYARÎ Û HUNERÎ - Terîm - - 71 -
Di Zimanê Kurdî De Dubarekirina Peyvan. - 71 -
DI PEYVAN DE KIRPANDIN Û ERKA WÊ - 73 -
PEYVÊN KIT Û PEYVÊN KOM - 75 -
DI PEYVAN DE SINÊDEKIRIN Û ERKA WÊ. - 76 -
DI ZIMANE KURDÎ DE HEVOK Û ERKA HEVOKAN DI VEGOTINÊ DE. - 81 -
Hevok Çawa Û Ji Kîjan Hêmanan Pêk Tê?. - 82 -
Di Hevokê De Lêker Û Erka Wê - 83 -
Di Hevokê De Kirde Û Erka Wê - 84 -
Hêmanên Din Ên Pêkanîna Hevokê - 85 -
Di Hevokê De Têrker Û Erka Wê - 85 -
Têkiliyên Di Navbera Hêmanên Hevokê De. - 86 -
Têkiliyên Di Navbera Kirde û Lêkerê De. - 87 -
Têkiliyên Di Navbera Têrker Û Lêkerê De. - 91 -
Hevoka Birêzik Ango Hevoka Serast - 103 -
Di Hevokê De Kirpandin. - 104 -
WESFÊN HEVOKEKE RAST Û DURUST - 105 -
Di Hevokê De Daçek Û Hoker Çawa Rast Tên Bikaranîn?. - 112 -
DI VEGOTINA ZIMANÊ KURDÎ DE BEND Û ERKA BENDAN. - 117 -
Di Nivîsarê De Erk Û Salixdana Bendê - 121 -
Bend Çawa Tê Avakirin?. - 121 -
Hevoka Ramana Bingehîn Çawa Bi Kar Tê?. - 122 -
Di Bendê De Hevok Çawa Tên Sazkirin Û Bicihkirin?. - 123 -
Di Bendê De Hêmanên Girêdanê - 124 -
Erka Kurtbûn An Dirêjbûna Bendê - 125 -
-Di Bendê De, Rêbazên Pêþvebirina Ramanê. - 133 -
Bi Rêbaza Salixdanê, Pêþvebirina Ramanê. - 133 -
Bi Rêbaza Mînakdayînê, Pêþvebirina Ramanê. - 134 -
Bi Rêbaza Beramberkirinê, Pêþvebirina Ramanê. - 135 -
Bi Rêbaza Raberkirina Govanan Pêþvebirina Ramanê. - 136 -
DI VEGOTINÊ DE MIJAR Û ERKA WÊ - 138 -
Çawa Mijar Tê Hilbijartin?. - 138 -
Bi Kîjan Rêbazan Têgihîþtina Mijarê Çêdibe?. - 144 -
Bi Kîjan Rêbazan Mijar Tê Bisînorkirin? - 145 -
DI VEGOTINE DE MEBEST (ARMANC) - 148 -
Grîngiya Hevoka Armancî (Ya Ramana Bingehîn). - 151 -
Di Vegotinê De Erk Û Wesfên Hevoka Ramana Bingehîn. - 151 -
DI VEGOTINÊ DE NAVEROK. - 155 -
Di Vegotinê De Sûdgirtina Ji Çavdêrî Û Tiþtên Me Jiyan Kirine. - 156 -
Di Vegotinê De Sûdgirtina Ji Xwendin Û Lêkolînê. - 157 -
Di Vegotinê De Rêkên Sûdgirtina Ji Pirtûkxane Û Pirtûkan. - 158 -
Di Vegotinê De Rêbazên Komkirina Zanistiyan. - 161 -
Ji Bo Xwendin Û Niþegirtinê (Notgirtinê) Rêbazên Hêsan: - 161 -
DI VEGOTINÊ DE RAMANSAZÎ (PLAN) - 165 -
Sazûmankirina Vegotinê (Plankirin) - 165 -
Rêbaza Pekanîna Sazûmana Ramanî (Planê) - 168 -
CÛREYÊN RAMANSAZIYÊ (CÛREYÊN PLANÊ) - 170 -
Derxistina Ramansaziya Nivîsaran - 171 -
DEMÊN DI VEGOTINÊ DE TÊN BIKARANÎN. - 173 -
Dema Borî (Dema Derbasbûyî) Ya Diyar - 173 -
Dema Borî Ya Bandûrbûyî - 175 -
Dema Niha Ya Bandûrbûyî - 176 -
DI ZIMANÊ KURDÎ DE TEÞEYÊN VEGOTINÊ. - 187 -
Têkiliyeke Çawa Di Navbera Vegotin Û Armancê De Heye?. - 188 -
Vegotina Kirdeyî, Vegotina Camidî Û Armancên Van Vegotinan. - 194 -
TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA RAVEKAR Û RÊKÊN RAVEKIRINÊ - 197 -
Salixdan (Ango Ravekirina Teorîk) - 199 -
Beþkirin Û Sinifandin. - 205 -
TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA GENGEÞÎ Û RÊKÊN BIKARANÎNA WÊ. - 208 -
Peyitandin Û Rêkên Peyitandina Derpêþê. - 210 -
Raman Û Rêbazên Hilberîna Ramanan - 211 -
TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA PÊÞDARÎ Û RÊBAZÊN PÊÞDARKIRINÊ. - 215 -
Pêþdarkirina Hest Û Ramanan Çawa Çêdibe?. - 222 -
Vegotina Pêþdarî Di Kîjan Cûreyên Vegotinan De Tê Bikaranîn? - 223 -
TAYBETMENDIYÊN VEGOTINA ÇÎROKÎ Û RÊKÊN VEGOTINA ÇÎROKÎKIRINÊ - 224 -
Vegotina Çîrokî Çawa Tê Hûnandin? - 232 -
Rewiþtsazî (Çêkirina Karakteran) - 242 -
Kîjan Cûreyên Vegotinê Bi Vegotina Çîrokî Tên Ser Ziman?. - 243 -
CÛREYÊN VEGOTINA DEVKÎ (PEYVKÎ) - 245 -
Banga Ramyarî (Hîtabeta Siyasî) - 260 -
Axaftina Li Ser Radyo Û Televizyonê - 265 -
CÛREYÊN VEGOTINA NIVÎSKÎ - 267 -
Cûreyên Fêrkar Û Zanakar - 268 -
Nameya Nivîsarî Û Nameya Eþkere - 283 -
Karneme (Nameyên Ji Bo Kar) - 285 -
Gernivîs (Li Ser Gerê) - 289 -
Serpêhatiya Xwe (Otobiyografî) - 294 -
Cûreyên Didin Jiyandin. - 296 -
Bûyer Û Rewþa Tê De Qewimiye - 297 -
Kesên Di Çîrokê De Cih Digrin - 297 -
Cih Û Dema Pêkhatina Bûyerê - 298 -
RÊKÊN RASTKIRIN Û PÊÞVEBIRINA NIVÎSANDINÊ. - 325 -
Ji Aliyê Teþeyî Ve Pêwîstiyên Em Bidin Ber Çav. - 328 -
Ji Aliyê Naverokî Ve Pêwîstiyên Em Bidin Ber Çav. - 329 -
Ji Aliyê Ramansazî Ve Pêwîstiyên Em Bidin Ber Çav. - 329 -
Ji Aliyê Vegotinî Ve Pêwîstiyên Em Bidin Ber Çav. - 330 -
Ji Bo Vegotineke Durust Divê Ev Xalên Jêrîn Di Nivîsandinê De Li Ber Çav Werin Girtin. - 330 -
Ji Aliyê Rêzikên Rastnivîsî Û Xalbendî Ve Pêwîstiyên Em Bidin Ber Çav - 331 -
Ji Aliyê Rêzikên Rastnivîsê Jî, Divê Mirov Van Xalan Li Ber Çav Bigre - 334 -
DESTPÊK
Zimanê Kurdî zimanekî herî kevnare yê xaka Mezopotamya ye. Ji kûrahiya dîrokê û vir ve, ev ziman bi zimanên din ên herêmê re danûsitendineke xurt pêþ ve biriye û bi vî awayî hatiye hûnandin.
Ger Heyvoka Zêrîn (Hîlala Zêrîn) xaka dayika mirovahî û þaristaniyê ye, wê demê zimanê mirovên li ser vê xakê dijîn jî ewqasî bi rûmet û bi bingeh e.
Lê bêguman ji gelek sedemên pêþveneçûna Kurdistanê, zimanê Kurdî jî derfeteke berfireh û dewlemend a pêþveçûnê nedîtiye. Her çiqasî bi awayê nivîskî xwestibe xwe li pêþ bixe jî, bêhtirê xwe pêþveçûneke bi peyvkî jiyaye. Ji ber vê yekê gelek zarava, devik derketine holê û her ku çûye ji hev cuda bûne.
Jiyandin, dewlemendkirin û rastkirina ziman, bi dîtin û bikaranîna nivîsandinê li pêþ ketiye. Nivîsandin ji ber ku herdem dikare li ser heriyê, keviran, çerman û rûpelan bimîne, di ziman de yekserbûnekê çêdike. Wek peyvên ji nava lêvan derdikevin berba nabin û ji aliyê her guhekî cuda ve, bi awayekî cuda nayên bihîstin.
Tê zanîn ku nivîsandin karekî rewþenbîr, zanyar û xwendevanan e. Warê nivîsandinê dibistan û sazîyên zanyarî ne. Lêbelê mirovên Kurd û yên li ser xaka Kurdistanê jiyane derfeta pêkanîn û pêþvebirina karê nivîsandinê û avakirina sazî û dibistanên wê nedîtine. Ji bo vê zimanê kurdî ji awayê nivîskî bêhtir bi awayê peyvkî xwe daye jiyandin. Gelê kurd hest û ramanên xwe bi peyvandinê anîne ser ziman û berba kirine, lê zêde nenivîsandine.
Bi vê sedemê zimanê kurdî zêdetir bûye zimanekî peyvkî û mirovên kurd ên li ser her erdnîgariyeke cuda jiyan dikin, bi awayekî cuda xwe anîne ser ziman ku ji vê yekê jî zarava û devikên cuda cuda derketine holê. Tê zanîn ku sarbûn û germbûna hewaya her xakê û rewþa erdnîgarî û civakî ya her welatî di derketina dengên mirovan de xwediyê weyneke grîng e.
Ji dê û bapîrên me gelek stran, lorik, helbest, çîrok, çîvanok, metelok, biwêj û hwd. di rêka dev û guhan re heta roja me hatine, lê ji sedema nehatina nivîsandina wan, ev tev jî ji hêla çand û wêjeyên desthilatdar ên herêmê ve hatine dizîn. Rewþenbîrên wan, ev berhemên kurdî nivîsandine û wek berhemên xwe dane diyarkirin.
Ji mamosteyê mezin Ehmedê Xanî bigir heta Cegerxwîn û Mûsa Anter gelek nivîskar û rewþenbîrên kurd xwestine û hewl dane ku zimanê kurdî bi awayekî nivîskî li pêþ bixin. Lêbelê di her qirnî de bandûra desthilatdariya li ser Kurdistanê rê û derfeteke demdirêj nedaye ku zimanê kurdî bikaribe bijî û pêþ ve biçe. Ji bo vê her zimanzan û nivîskarekî kurd, xwestiye bingeheke rêziman û rastnivîsandina kurdî deyne, lê ji ber nîvçemayînê yek li ser yekê nehatiye avakirin û belave maye. Dîsa jî ku mirov komî ser hev bike, di vî warî de mîrateke dewlemend dikare were berhevkirin.
Bêguman di dîroka hebûna xwe de zimanê kurdî bi du astengên kambax re rû bi rû maye û xisareke pir mezin ji vana dîtiye. Ji van astengên kambax a yekemîn hatina çand û zimanê erebî ya bi destê ola îslamiyetê, ya duwemîn qedexekirina li ser zimanê kurdî ya bi destê Komara Tirkiyê ye. Kurdan bi pejirandina îslamiyetê ne tenê ji ola xwe ya Zerdûþtî dûr ketine, ji çand, wêje û zimanê xwe jî dûr ketine. Lê kambaxiya mezintir bi rêka polîtîkaya hilandinê ya Komara Tirkiyê hatiye pêkanîn. Qedexekirina axavtin û nivîsandinê ne tenê zimanê kurdî lawaz hiþtiye, pirahiya berhemên wê jî jê diziye û wek berhemên tîrkî nîþan daye. Gelek peyv, helbest, çîrok û hwd. berhemên kurdî ji aliyê tirkî ve wiha hatine dizîn û çewtkirin ku di roja me de gelek kurd û tirk êdî nizanin çi ya kê ye. Ji bo vê jî rayedar û rewþenbîrên tirk ên bi vê diziyê dizanin pir li ber xwe didin ku bikaranîna zimanê kurdî azad nebe, ji bo ev rûreþiya wan dernekeve holê.
Di roja me de, di encama têkoþîna rizgarî de roj bi roj derfetên azadbûna ziman li pêþ dikevin û di vegotina kurdî ya nivîskî û peyvkî de jî pêþveçûnên yekserbûnê tên dîtin. Di vî warî de ji dema malbata Bedirxanan heta roja me gelek rewþebîr û nivîskaran gelek pirtûk nivîsandine û îroj jî bi rêka radyo û televizyonan derfetên berfirehtir derketine holê.
Bêguman ev tev jî xebatên grîng û bi nirx in, lê wek bi hezaran ro û robarên biherikin ser çemê mezin, divê ev xebatên di vî warî de tev li ser bingehê rêziman û rastnivîseke hevpar bigihêjin yekserbûnekê. Zimanê kurdî bi gihîþtina rêzikên hevpar ên rêzimanî û awayê rastnivîsandinê wê pêngaveke mezin biavêje û bikeve dema kulîlkvedana xwe ya wêjeyî, çandî û zimanî.
Qasî derfetên pêþveçûneke azad bi dest xwe nexistiye jî, zimanê kurdî li hember hemû astengiyan bi berxwedaneke dijwar ji deh hezar salan zêdetir û vir ve xwe aniye. Ev yek jî nîþana dewlemendî û xurtbûna vî zimanî ye.
Bi hêviya yekserbûna rêzikên rêziman û awayê rastnivîsandina zimanê kurdî, ez vê pirtûkê li ser bîranîna hemû þehîdên jiyana xwe di vê rêkê de ji dest dane amade dikim. Hêvîdarim ku wê xizmeteke grîng ji pêþveçûna zimanê kurdî re bike û alîkariyê bide hemû xwendevanên kurd.
Bî silav û rêz.
Hasan Huseyin DENÎZ
WATE Û GRÎNGIYA ZIMAN
Ziman libateke ragihandinê ye. Hemû heyîneyên wekî ajal û mirovan hest, raman û daxwazên xwe di rêka vê libatê re derdixin derve. Ji bo vê ziman libateke dengderxistinê ye. Ajal bi rêka dengderxistinê dikarin bi ajaleke din re ragihandineke li gorî xwe çêbikin. Lê dengderxistina ajalan pir bi sînor e û tenê ew dikarin wateya wê têbigihêjin. Cûreyek ajal ji cûreyekî din tênagihêje û her cûre dengê derdixe nikare watedar bike, peyv bi peyv ji hev cuda bike û wek mîratekê ji zarokên xwe re bihêle. Mînak; roja cîhan ava bûye û ajal peyda bûne, sa çawa reyabe îroj jî wiha direye, kew û bilbil çawa xwendibin, îroj jî wiha dixwînin, hesp û mehîn çawa hîriyabin, îroj jî wiha dihîrin. Di zimanê ajalan de guhertineke veguherinî pêknehatiye. Ji bo vê yekê, ji dengderxistina ajalan re mirov nikare bêje, “axaftin”.
Mirov jî dema wekî ajalan dijiyan, tenê dikarîbûn deng derxin. Di wê demê de hîn agir nasnedikirin û destên xwe ji bo kedkirinê nizanîbûn bikar bînin. Ji ber vê yekê jî hest, raman û daxwazên xwe bi qîrdayînan dianîn ser ziman û bi livandina dest, serî û laþê xwe ev temam dikirin.
Piþt re mirov bi keda destê xwe û hiþ û ramana xwe ji ajalan veqetiya. Mirov di nava heyîneyan de li hemberî rewþên cuda yên xwezayê, ji ajalan gelekî lawaztir bû. Mînak; çêlîkeke ajalan dema ji dayik dibe bi pirç e û di demeke kurt de dikare rabe ser lingên xwe û bimeþe. Lê çêlîka mirovan dema ji dayik dibe þilfî tazî ye û heta salek du sal derbas nebin nikare bimeþe; ji bo demek dirêjtir jî pêdiviyê bi parastina dê û bavê xwe dibîne. Ev lawaziya mirov zor dayeyê ku destê xwe û mejiyê xwe bikar bîne. Bikaranîna dest û mejî bi xwe re livandina ziman li pêþ xistiye û rê li pêþiya dengderxistinên cuda û watedar vekiriye. Ev yek jî bûye xaleke grîng a veqetîna mirov ji ajalan û êdî mirov ji dengderxistinê zêdetir bûye xwediyê axaftinê.
Ji bo vê tê gotin ku ‘ajal tenê dikarin deng derxin, lê mirov dikarin biaxivin’. Wê demê ziman ji bo mirovan ne tenê libateke dengderxistinê, libateke axaftinê ye jî. Axaftin navgîneke herî grîng a ragihandinê ye. Bêguman bi pêþketina ziman re mirovan dest ji fêrbûnên xwe yên berê bi tevahî bernedane; îroj jî bi livandina dest, serî, û laþê xwe alîkarî didin axaftina xwe, pê temam dikin. Mînak; gelek caran bersivên wekî “Erê” , “Na” em bi hejandina serê xwe didin û qet zimanê xwe nalivînin. Kesê/a li hember me ji vê livandinê di cih de têdigihêje ku em dixwazin çi bêjin. Ji ber ku bi salan û hezar salan e ev yek tê dubarekirin û di vî warî de êdî fêrbûn û têgihiþtineke hevpar çêbûye. Ji xwe grîngiya ziman jî ew e ku fêrbûn û têgihiþtineke hevpar di navbera mirovan de çêdike. Bi rêka ziman mirov dengên cûrbicûr derdixe û bi rêka mejiyê xwe van dengan watedar dike. Mirovê/a li hember me jî bi rêka guhên xwe van dengan digre û bi rêka mejiyê xwe wateya wan diferisîne; bi vî awayî têgihiþtin û fêrbûn çêdibe.
Ziman him wek libatekî di devê me de ku ji goþt pêk tê û him jî wek navê cûreyê axaftina beþek mirovan, bi du wateyan tê bikaranîn. Mînak; dema em bêjin: “Ziman bi kêrî dengderxistinê tê.” Em qala zimanê di devê xwe de ku ji goþt pêk tê dikin. Lê dema em bêjin: “Ziman navgîneke ragihandinê ye.” Em qala zimanê ku beþek mirov pê diaxivin dikin. Ev bi kurdî wek “Zar” , bi biyanî wek “lîsan” ango “language” tê nasîn; Kurdî, Tirkî, Erebî, Îngîlîzî tev zar-lîsan ango ziman in.
Her beþên mirovan li gorî derfet û mercên civakî û erdnîgariya li ser jiyane, bûne xwediyên zimanên cuda. Bêguman di roja me de ji sedema hêsanbûna derfetên jiyandina mirovan, ziman jî gihiþtiye qada hêsaniyê û êdî zimanek li ser gelek erdnîgaran û ji aliyê gelek civakan ve dikare were bikaranîn. Wek vê yekê, civakek an mirovek li ser erdnîgarekê dikare gelek zimanên din jî bi kar bîne.
Ji bo axaftinê ziman libatekî grîng e, lê bi hebûna ziman tenê axaftin çênabe. Ji bo axaftin pêk were, pêdivî bi libatên din ên ji lêvan heta valahiya sîngê rêz dibin heye. Ji bo dengderxistinê hewaya tê xwestin, di valahiya sîngê de bi rêka kezebê kom dibe, bi rêka qirikê tê zengelolkê, li zimanê biçûk dikeve û derbasî þikefta dev dibe. Di þikefta dev de bi rêka ziman, diran û lêvan ev hewa tê kêmkirin, zêdekirin ango kinkirin, dirêjkirin, groverkirin, rastkirin û wek deng ji dev derdikeve derve. Ji bo bikaranîna van libatan tevan dengên cuda cuda ku em ji wan re dibêjin “tîp” derdikevin. Ev tîp tên cem hev kîteyan, kîte tên cem hev peyvan, peyv tên cem hev hevokan saz dikin û ji hevsazî û hevkariya van tevan re jî ‘Ziman’ ango ‘Zar’ tê gotin.
Ziman tenê bi awayê axaftinê, xweragihandinê pêk nayne; wekî din jî awayên ragihandina ziman hene:
Zimanê Nîþaneyî, Zimanê Direfþî, Zimanê Gul û Kulîlkan û hwd.
Zimanê Nîþaneyî
Bêhtir di navbera bajaran de li ser rêkên giþtî mirov dikare gelek nîþaneyên têperînê (trafîk) bibîne. Li ser lewheyan bi nîþaneyan hin wate hatine danîn û mirov dema çav li van nîþaneyan dikeve têdigihêje wateya dixwazin diyar bikin.
Mînak:
Li vir nikarin gerdûneya xwe rawestînin. Park nayê kirin!
Cixare nayê kêþan.
Kêþana cixareyê qedexe ye.
Dibêje; Raweste!
Lempa sor dibêje; Raweste!
Lempa zer dibêje; Amade be!
Lempa kesk dibêje; Derbas be!
Wek li mînakên nîþaneyî yên li jorê tê dîtin, her nîþaneyek xwediyê wateyekê ye û mirov li ku derê dibe bila bibe, dema van nîþaneyan dibîne, têdigihêje bê dixwazin çi bêjin.
Zimanê Direfþî
Li stasyonan, li lîstikgehên gokê, li wargehên artêþan û hwd. ji bo ragihandinê zimanê direfþî tê bikaranîn. Ji bo vî karî li stesyonan sê al hene. Ala kesk nîþan dide ku rê vekirî ye û trên dikare bimeþe. Ala zer amadekarî, baldayîn û nêzîkbûna xetarîyekê nîþan dide. Ala sor xetariyê nîþan dide û dema makînîst vê alê dibîne di cih de trênê radiwestîne.
Artêþ jî, alên cûrbicûr ji bo nîþaneya êrîþkirinê, paþdevekiþîne, ketina ser rê, rawestînê, serkeftinê û hwd. bi kar tînin. Ji bo têgihiþtina wateya alên wiha, her endamê artêþê ji berê ve tê perwerdekirin.
Meþale; serkevtinê û bêaloziyê diyar dike.
Zimanê Gul û Kulîlkan
Her gul û kulîlk bi rengekî xwe vedike, ji bo ku bikaribe kêzik û mêþan li ser xwe bicivîne û bi vê rêkê karê hilberîne pêk tîne. Mirovan jî ji vê cûrbicûriya rengên kulîlkan zimanekî diyarkirina hestên xwe derxistine holê. Dema yek ji yekê hez dike, guleke sor jê re rêdike. Sor tê wateya dilketinê. Gula spî bi armanca lihevhatinê tê rêkirin. Dema mirov diçe serdana goristanê yan taziyê baqek gulên reþ xemilandî dibe. Dema mirov diçe serdana nesaxekî, baqek kulîlkên rengûreng dibe. Mirov bi vî awayî hestên xwe yên hezkirinê, yên þîngirtinê, yên sersaxî û yên þîfaxwestinê diyar dike.
Gula Sor; Hezkirinê diyar dike.
Zimanê Bihîstinê Û Zimanê Dengderxistinê
Ziman bêhtir bi rêka Zimanê Bihîstinê û Zimanê Dengderxistinê xwe li pêþ xistiye. Ji bo pêþveçûna ziman, bêguman bihîstina guh gelekî grîng e. Ger guh dengekî bi çi awayî bibihîse, wê wiha bîne ser ziman. Ji ber vê yekê qasî axaftinê, guhdarkirin jî hunereke mirovtî ye. Mirovê nizanibe guhdarekî baþ be, wê nebe xwediyê axaftineke baþ jî. Zarok dema hîn biçûk in ku her dengekî cara yekem dibihîsin, her dengekî nikarin ji hev cuda bikin. Ji bo vê jî, zimanê zarokan bêtir bi ken û girî ye. Dema nû fêrî axaftinê dibin jî, peyvên pir sade dikarin bi kar bînin. Bêguman pêþveçûna zimanê zarokan li ser jêhatiniya guhên wan dimîne. Zarokek, zimanê wî çiqasî saxlem be, ger guhê wî kerr be, ew zarok nikare biaxive û ji sedema nebihîstinê, fêrî axaftinê jî nabe. Ji bo vê ji yekî kerr re “Kerr û lal” tê gotin. Kesên kerr -ku di zimanê wan de nesaxiyek cuda tine be- dikarin deng derxin, lê nikarin biaxivin. Kerrbûn û lalbûn girêdayê hev in.
Deng bi du awayan digihêje guhê mirov: Bi awayê rasterast û bi awayê hatiye guhertin.
Ji awayê rasterast re “Zimanê Dengî”, ji awayê hatiye guhertin re “Zimanê Peyvkî” tê gotin.
Zimanê Dengî
Zimanê Dengî bi livandin, lerizandin, lêdan an hejandina tiþtekî derdikeve. Dengê zengilan, dengê def û bilûran, dengê avê, dengê ba û bahozê û hwd. dengên wiha ne.
Ev deng tev, her yek, bi cûreyekî derdikevin. Mînak; bilûr nikare dengê defê derxe ji ber ku bilûr bi pifdanê, def bi lêdanê deng derdixe. Dengê bilûrê çiqasî cuda be jî her bi yek awayî derdikeve. Dengê defê jî çiqas bilind an nizm be, dîsa bi yek awayî derdikeve. Wekî vana dengê avê diþirike, yan dixuþe, dengê ba difîskîne, dengê baranê dixumîne, dengê birûskê diþerqîne û hwd. Mirov ji van dengan sûd girtine û haletên cûrbicûr ên dengderxistinê, çêkirine û bi vî awayî dewlemendiyeke mûzîkê derxistine holê.
Zimanê Peyvkî
Zimanê Peyvkî ji devê mirov di nava lêvan re bi guherandina hilma ji kezebê tê, derdikeve. Ji nava heyîneyan tenê mirov dikarin zimanê peyvkî bi kar bînin. Mirov ji bo hest, raman, daxwaz û armancên xwe bikaribin ji yekî/ê din re bînin ser ziman, zimanê peyvkî bi kar tînin. Bêguman ev ziman bi hêsanî derneketiye holê; di nava kar, xebat û jiyana civakî ya hezarên salan de saz bûye. Mirov berê dikarîbû deng derbixe, lê nikarîbû bipeyive. Ji bo peyivandinê, çêkirina peyvan û ji bo vê jî derxistina dengên cuda cuda tê xwestin. Divîbû ev deng tev jî ji aliyê mirovên wê civakê –ango wê girseyê ve- bi awayekî hevpar hatiba pejirandin û bikaranîn. Mirov her ku fêrî axaftinê bûn, ji bo her liv, kar û tevgera xwe dengekî cuda derxistin. Mînak; ji bo karê çûyînê, gotin; ‘diçim’, ji bo karê hatinê, gotin; ‘têm’ û hwd.
Bêguman ji bo bikaribin van peyvan ji dev derxin, pêdivî bi dengan hebû û her dengek wek tîpekê hat diyarkirin. Ev tîp destpêkê tenê bi awayê dengdar (bêdeng) dihatin bikaranîn lê
weşandin: YekŞem, 22. Adar 2009 (2939 xweindin)
hemû mafên wê parastîne © Zimanê-Kurdî
[ _CONT_GOBACK ]



