ciroka zebeso
Keça Padîþah Hemû Xwezginiyan Paþ De Dizîvirîne 6
Sarê Bi Gavanê Vî Welatî Re Þû Dike 10
Piþtî Yazdeh Salan Sarê Ducanî Dibe 13
Zebeþo Ji Bavê Xwe Keça Padîþahê Welêt Dixwaze 15
Gavan Ji Neçarî Diçe Xwestina Keça Padîþahê Welêt 20
Wezîr Gavên Dibe Dîwana Padîþah. 27
Padîþah Qewlekî Giran Dide Ber Gavên 33
Zebeþo, Qewlê Padîþah Bi Cih Tîne. 39
Keça Padîþah Dibe Bûka Mala Gavanê Welêt 45
Ro, Li Veþêreya Zebeþo Mukir Tê. 50
Zebeþo Dibe Çûkekî Heft Rengî Û Difire, Diçe 54
Li Tevahiya Welêt Dibe Þîn Û Reþî 57
Ro Agahiyê Di Derbarê Çûkê Xwe De Digre 61
Ro Dadikeve Kuna Efrîta Cinan. 66
Ro Þîrê Dapîra Mîrê Cinan Dimête. 74
Ro û Zê Digihêjin Mirada Xwe. 79
ÇÎROKA ZEBEÞO
-Ji wêjeya vegotina peyvikî ya kurdan çîrokeke klasîkî ya evîndarî-
Di vê dinyê de ti jin qasî jina kurd di bin zilmê de û mazlûm e nîne! Ez vê pirtûkê di kesayeta dayika xwe ya ji tevan zêdetir, bi zulma zilamtiyê re rû bi rû ma û ji tevan mazlûmtir bû; diyariyê giyana tevahiya jin û dayikên kurdan dikim.
Di þevên zivistanê yên sar û seqem de xwe bê xew dihiþt û ji bo em bi dilxweþî xew bikin, ev çîrok û gelek çîrokên din ji me re vedigot. Gora wê û ya hemû dayikên kurdan buhiþteke bê zilamtiyê be!
Keça Padîþah Hemû Xwezginiyan Paþ De Dizîvirîne
Di rojeke dîrokê de, welatek xwediyê çiyayên bilind, geliyên kûr, newalên fireh û beriyên bê ser û ber hebû. Li vî welatî du golên mezin, du çemên kûr û fireh û du evîndarên bi evîna xwe þa nebibûn hebûn. Yek ji vana Ro ya keça Padîþahê wî welatî bû, yek jê jî Zê yê kurê gavanê wî welatî bû.
Ro keçeke bejinzirav a weke tayeke rihanê bû ku dema derdiket ser þaneþîna qesra bavê xwe, hesreta xort û ciwanan bû, bikaribin bêhnekê li ber dîwarê qesrê rawestin û ji xwe re li bejn û bala wê binêrin. Guliyên porê wê yên li ber tîrêjên tavê bi heft rengan diterisîn dadiketin heta pehniya wê û keziyên ku xwe berdidan ser hinarkên sêvînî yên ruyê wê, bi her livandina serê xwe re agir berdida nava dilê xort û ciwanan. Keskahiya çavên wê ji keskahiya mêrg û çîmenên Mêrgûmarê tarîtir û herdem þile dibiriqîn. Mijankên wê yên dirêj û serê wan bi jor ve tewiyayî, bi burhên wê yên ziravî tenik re li kêlekên dûr ên çavên wê, wiha ji hev dûr diketin ku ji ber xwe ve awirên wê tûj dikirin û vê yekê jî xweþikbûneke cudatir dida ser ruyê wê yê spehî û grover. Lêvên wê yên girs û lihevhatî, bêvila wê ya biçûk û hinarkên ruyê wê yên herdem gulpembeyî, bi çena wê ya biçûk û girover re wiha dibûn yek ku wekî bi pênûsê mirov li gorî dilê xwe xêz bike, ji aliyê Yezdan ve hatibû resimandin.
Publiziert am: Sonntag, 22. März 2009 (9549 mal gelesen)
Copyright © by Zimanê-Kurdî
[ Zurück ]



